Di lêpirsîna Kader Ortakaya de ev 9 sal in tu pêşketin nînin 2023-11-05 09:59:29   RIHA - Kader Ortakkaya dema ji bo parastina Kobanê diçû, li sr sînor ji hêla leşkeran ve hate qetilkirin. Derheqê qetilkirina Ortakkaya de lêpirsîn hate destpêkirin lê ev 9 sal in tu pêşketin nînin. Parêzer Muslum Baran got: “Dema faîl dibin hêzên ewlekariyê, polîtîkaya necezakirinê dikeve meriyetê.”   DAIŞ’ê di 15’ê îlona 2015’an de ji sê aliyan ve êrişî Kantona Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Li dijî vê êrişa bi mebesta fetisandina Şoreşa Rojava hatibû destpêkirin, seferberî hate ragihandin û ji çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran kes çû navçeya Pirsûs a Rihayê ku li hemberî Kobanê ye û dest bi nobetê kir. Li dijî êrişa ku DAIŞ’ê bi çekên giran ên ji hêla teknolojiyê ve pêş ketî, tevî astengiyan jî bi sedan kesan sînor derbas kir û tev li berxwedanê bûn. Berxwedêrên Kobanê, ji hêla kesên li seranserî sînor nobed digirtin ve hatin silavkirin û berxwedan roj bi roj mezintir bû. Di encama êrişa leşker û polîsan a li dijî kesên ser sînor nobed digirtin de zarok, ciwan, jin û rojnameger jî di nav de gelek kes birîndar bûn.    Di 6’ê mijdara 2014’an de jî hunermendên Hewldana Hunera Azad xwest li ser sînor zincîra ji mirovan ava bike û di wê kêliyê de leşkeran bi guleyên rast û bombeyên gazê êrişî çalakvanan kirin. Di heman demê de leşkeran gule li kesên aliyê din ê sînor jî barandin. Di encama gulebarana leşkeran de xwendekara zanîngehê Kader Ortakaya (28) ku hewl dida derbasî aliyê din ê sînor bibe hate qetilkirin.    Cenazeyê Ortakaya rakirin morga nexweşxaneyeke Kobanê û rojek piştre ji Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê radestî malbata wê û parlamenterên HDP’î hate kirin. Piştî kar û barên otopsiyê, li Goristana Yaylayê ya Bagcilar a Stenbolê hate oxirkirin.    DIGOT ‘XEYALÊN MEZIN BI RÊWÎTIYAN DEST PÊ DIKIN’    Ortakaya, beriya ku biçe ser sînorê Kobanê, ji malbata xwe re nameyek nivîsandibû û wiha digot: “Daxwaza min ew e ku hemû mirov azad û wekhev bijîn. Bila keda tu tu kesî ji ber pariyeke nan, ji bo maleke ku xwe tê de bihewîne neyê xwarin. Ji bo ku ev pêk bên jî divê em şer bikin û têbikoşin.”   Di 30’ê îlonê roja li ser sînor jî li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Her şoreş bi çirûskeke biçûk dest pê dike. Û di serê her lûleyê de agirê jiyanê heye. Xeyalên wiha mezin, bi rêwîtiyan dest pê dikin. Û serhatîperest dikevin van rêyan.”    BANGA ORTAKAYA   Rojek beriya ku were qetilkirin jî Ortakaya tev li weşana TV’ê bûbû û girîngiya berxwedana Kobanê wiha anîbû ziman: “Çawa ku ew êrişî deverên ku tovêne me yên azadiyê lê bilin dibin dikin, em jî dê bi heman awayî cihê ku tovên me yên azadiyê lê bilind dibin heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê biparêzin. Em ê li wir şer bikin û heta dawiyê têbikoşin.”    Ortakaya ku ji serkeftina berxwedana Kobanê ya her roj destan lê dihat nivîsandin bibawer bû, digot parastina Kobanê têkoşîna mirovahiyê ye û wiha bang li ciwanan dikir: “Kîn û hêrsa xwe ji bo azadiyê mezin bikin.”    EV 9 SAL IN DI DOSYAYÊ DE TU PÊŞKETÎN NÎNIN   Bi ser qetilkirina Ortakaya re 9 sal derbas bûn lê di lêpirsîna têkildarî qetilkirina wê tu pêşketin nînin. Walîtiya Rihayê û Qeymeqamtiya Pirsûsê îdia kiribûn ku Ortakaya di encama topbarana ji hêla Kobanê ve hatiye kirin de bi parçeyeke şarapnalê jiyana xwe ji dest daye. Di rapora otopsiyê ya Rihayê de ji bo sedema mirina wê ev tespît hatibû kirin: “Di encama çekê îxtîmalek şarapnala li serê wê ketî de kiloxê serê wê şikestiye, mejî texrîb kiriye û xwîn rijiyaye ser mejiyê wê û miriye.” Lê belê malbat û parêzerên wê îtîraz kirin û li ser vê yekê di 2018’an de gora wê hate vekirin û careke din otopsî hate kirin. Saziya Tipa Edlî ya (ATK) Stenbolê di rapora xwe ya otopsiyê de got ku ne bi parçeya şarapnalê nemiriye û wiha got: “Di encama çekeke kînteîka wê bilin de jiyana xwe ji dest daye.”    Tevî vê yekê jî di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Pirsûsê de îfadeyên tu kesî nehatin girtin. Li dosyayê tu belge nehatin zêdekirin û daxwazên parêzeran nehatin pêşwazîkirin. Ji ber ku lêpirsîneke bibandor nehat kirin, parêzerê Ortakaya di 30’ê cotmeha 2020’an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da.    SEDEMA MIRINÊ WÊ DI OTOPSIYÊ DE CUDA DI ATK’Ê DE CUDA YE    Ji parêzerên dosyayê Muslum Baran got ku bi ser serlêdana wan a ji bo AYM’ê re 3 sal derbas bûne lê hêj jî tu pêşketinek nîne. Baran, tiştên di dema lêpirsînê de qewimîn nirxand.    Baran, daxuyaniyên walîtiyê yên piştî mirina Ortakaya bi bîr xist û wiha got: “Walîtiyê, got ku şarapnal bûye sedema mirina wê. Di otopsiya hatiye kirin de jî tiştên nêzî wê hatin gotin. Lê bijîşkekî şerh danî ser wê otopsiyê û got; ‘Di encama çekê de miriye.’ Lêpirsîn pir bi xemsarî hate kirin. Îfadeyên leşkerên ku îxtîmal hebû faîlên bûyerê bin hatin girtin lê weke bûyereke sivik ê birîndarkirinê ya ji rêzê girtin dest. Gotin bûyer li herêma leşkeran qewimî ye û şandin Dozgeriya Leşkerî ya Amedê. Piştî dozgeriya leşkerî hatiye girtin jî dîsa şandin Pirsûsê. Ji bo sedema teqez a mirina wê were tespîtkirin, me xwest gora wê were vekirin. Dozgeriyê qebûl kir û di sala 2018’an de gor vekir. Piştre ATK’ê raporeke zelal amade kir û got ku di encama çekê de jiyana xwe ji dest daye. ATK’ê got ku çeka hatiye bikaranîn jî kînetîka wê zêde ye.”    ‘WEZARETÊ HÊZÊN EWLEKARIYÊ PARAST’   Di berdewamê de Baran destnîşan kir ku piştî raporê xwestin ku dîsa îfadeyên gumanbaran bên girtin û wiha pê de çû: “Daxwaza me ya ji bo berfirehkirina lêpirsînê tu carî nehat qebûlkirin. Me xwest analîza dîmenên li ser medyayê were kirin. Di raporê de dihat gotin ku teqez li Pirsûsê gule hatine barandin ku ev li dosyayê hate zêdekirin. Tevî vê yekê jî bi salan tu tiştek nekirin û tu pêşketin çênebûn. Ji ber ku lêpirsîneke bibandor nehatibû kirin û mafê jiyanê hatibû binpêkirin, me di sala 2020’an de serî li AYM’ê da. Piştî ku dosya çû AYM’ê, dadgehê ji wezaretê nêrîn xwest. Wezaretê hêzên ewlekariyê parast û got ku tê de qisûr tune ye. Dosya ev nêzî 3 sal in li AYM’ê ye û tu biryar nehatine dayîn. Ji bo biryarek were dayîn, me di 27’ê cotmeha 2023’yan de me ji AYM’ê re daxwazname şand. Lê hêj bersiv nedane.”   ‘ENCAMA POLÎTÎKAYA NECEZAKIRINÊ YE’   Parêzer Baran got ku ev 3 sal in di serlêdana wan a têkildarî lêpirsînê ji bo AYM’ê kirin de tu pêşketin çênebûne û wiha bi dawî kir: “Tevî ewqas dem jî tu faîl nehatine tespîtkirin. Ev yek, encama polîtîkaya necezakirinê ye. Em ê heta dawiyê vê dosyayê bişopînin. Bendewariya me ew e ku AYM demek beriya demekî biryarê bide. Ji ber ku malbata wê êşeke giran dikişîne. Jineke ciwan hatiye kuştin lê li holê tu faîl nînin. Tevî delîlan jî faîl nayên dîtin û ev yek jî êşa malbatê zêdetir dike. Em li bendê ne ku AYM biryara binpêkirinê bide da ku dozgerî jî bikeve nava liv û tevgerê.”   KADER ORTAKAYA KÎ YE?   Di sala 1986’an de li navçeya Sêwereg a Rihayê ji dayik bû. Li Stenbolê dijiya û endama Platforma Azadiya Civakî bû û dibistana amadehî ji derve xelas kir. Li Zanîngeha Eskîşehîrê beşa Civaknasiyê dixwend û gelek caran bi derdorên faşîst re rû bi rû ma. Di nava xebatên çepgiran de cih girt. Piştî dibistana wê qediyayî, berê xwe da Amedê û xwest tev li xebatên jinan bibe. Li Navenda Jinan a Ekîn Ceren bi awayekî dilxwaz weke civaknas xebitî. Nêzî 8 mehan li vir xebitî, têkoşîna gelê kurd ji dil jiya û êdî li eniyên herî pêş cih girt. Dema hatî qetilkirin, li Zanîngeha Marmarayê xwendekara Lîsansa Bilind bû û di çalakiyên Geziyê de jî cih girtibû. Piştî êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê, berê xwe da sînor û nêzî 25 rojan li gundên Mehser û Miseynterê nobeta ser sînor girt.    MA / Emrûllah Acar