Lêpirsîna der barê strana kurdî de bi biryara 'neşopandinê' bi dawî bû 2023-11-05 09:06:05   EDENE - Di lêpirsîna der barê Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de, ji ber strana "Şoreşgerên Gelê Me" ya hunermend Îlyas Arzû ya di telefonekê de, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" lêpirsîn hatibû destpêkirin. Lêpirsîna hat destpêkirin piştî salekê bi biryara "neşopandinê" bi dawî bû.    Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê di 27'ê nîsana 2022'yan de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "kar û barên li ser navê rêxistinê" der barê Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de lêpirsînek dabû destpêkirin. Di çaçroveya lêpirsînê de,  ji ber strana "Şoreşgerên Gelê Me" ya hunermend Îlyas Arzû (Mörxas Vıyan) ya di telefonekê de, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" lêpirsîn hatibû destpêkirin. Lêpirsîna hat destpêkirin piştî salekê bi biryara "neşopandinê" bi dawî bû.    Di telefona S.E. ku di çarçoveya lêpirsînê de hatibû binçavkirin, ji ber strana "Şoreşgerên Gelê Me" ya hunermend Îlyas Arzû di 7'ê kanûna 2022'yan de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" lêpirsîn hat destpêkirin. Dozgeriyê îdia kir ku Arzû bi vê stranê pesnê "rêxistinê daye û ew bilind kiriye" û bi vê re sûcê "propagandaya rêxistinê" kiriye.   Ji ber vê Arzû di 18'ê îlona 2023'yan de çû Midûriyeta Polîsan a Edeneyê û îfade da. Dozgeriyê ku lêpirsîn temam kir, diyar kir ku bi vê stranê sûc nehatiye kirine û dosyeyê bi biryara "neşopandinê" girt.    MA / Hamdûllah Yagiz Kesen