ROJEVA 5’Ê MIJDARA 2023’YAN 2023-11-05 09:00:13   * Kordînatorê Ma Musîcê Şêrko Kanîwar ku got ji bo siberojê hin xebatên wan nû hene banga tevlibûna konserên wan ên li Şanoya Bajêr a Amedê kir û got: “Werin bibin şîrikê coş û kelecana me.”   * Hayrûllah Oren ê ku ev 35 sal in simîdfiroşiyê dike û di nava gel de bi navê “Simîda Diaxive” tê naskirin, bal kişand ser rewşa aborî û wiha got: “35 sal in ez vî karî dikim, lê niha ez poşman im, xwezî min tiştekî din bikira.”   * Analîza dengê ku tê îdîakirin aîdî Aktîvîsta TJA'yê Sumeyye Gok e bû sedema girtina wê. Her çiqas ew bi tawanbariya kuştina Tahîr Guven girtî ye jî lê hîna jî mesele zelal nebûye. Parêzerê Gok, Haşim Togurlu diyar kir ku pêvajo bi awayekî derqanûnî hatiye meşandin û got: "Tevî ku di raporên analîza deng ên ji aliyê leşkeriyê û ATK'ê ve hatine amadekirin de nakokî hene jî, muwekîla min nayê berdan."   * Di lêpirsîna der barê Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de, ji ber strana "Şoreşgerên Gelê Me" ya hunermend Îlyas Arzû ya di telefonekê de, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" lêpirsîn hatibû destpêkirin. Lêpirsîna hat destpêkirin piştî salekê bi biryara "neşopandinê" bi dawî bû.    * Şaredarê Hezo ya Êlihê Ayhan Eren ku piştî ji HDP'ê hat bijartin bi salekê derbasî AKP'ê bû, şaredarî di nava deynan de hiştiye.   * Parêzer Cemîle Dîdem Karaboga ku bal kişand ser zêdebûna sûcên zayendî yên li hemberî zarokan, got ku gava ev sûc li pergalên wekî terîqat û cemaetan çêdibin, di warê pêwendiya bi malbatan re zor û zehmetiyê dikişînin.    * Nûnerên rêxistinên pîşeyî yên rojnamevanan ji bo betalkirina "qanûna sansurê" ku dê AYM di 8'ê Mijdarê de biryara xwe eşkere bike bang kirin, gotin ku bi vê qanûnê mafê nûçewergirtinê yê gel tê astengkirin.    * Ji îmzevanên deklarasyona "Banga Aştiyê" siyasetmedar Ahmet Farûk Unsal got ku ji bo çareserkirina meseleya kurd, divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û got: "Em deriyên Îmraliyê vekin ku bila xwîn nerije."   * Bi sarbûna hewayî re liv û tevgera li Sûka Sobefiroşan a li Rêya Armûşê jî zêde bû.    * Kader Ortakkaya dema ji bo parastina Kobanê diçû, li sr sînor ji hêla leşkeran ve hate qetilkirin. Derheqê qetilkirina Ortakkaya de lêpirsîn hate destpêkirin lê ev 9 sal in tu pêşketin nînin. Parêzer Muslum Baran got: “Dema faîl dibin hêzên ewlekariyê, polîtîkaya necezakirinê dikeve meriyetê.”   * DBP dê li Eywana Dawetan a Geterlerê konferansê li dar bixe. (10.00)    * TJA dê di çarçoveya kampanyaya “Bi jin, jiyan, azadî ber bi azadiyê ve” li Stenbol û Îzmîrê çalakiyan li dar bixe. (10.00-16.00)   * Şaredariya Silopiya ya Şirnexê dê bi beşdariya stranbêj Şîlan û Koma Sorjiyanê li Qada newrozê konserê li dar bixe. (14.00)