Amîda: Cegerxwîn temsîlkariya serhildêriyê ye 2023-11-04 19:50:11   AMED - Komeleya Wêjekarên Kurd, MED-DER û PENa Kurd, bi sernavê “Ji Cegerxwîn heta Arjen Arî helbesta kurmancî” û tevlibûna gelek kesan gotûbêjek li dar xist.   Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) Û PENa Kurd, li Sendîkeya Kedkarên Perwerdehî û Cemaweriyê (Egîtîm-Sen) bi sernavê "Ji Cegerxwîn heta Arjen Arî helbesta kurmancî" gotûbêjek li dar xist. Di gotûbêjêma ku moderatoriya wê Fatîme Tekîn kir, helbestkar-nivîskar Îrfan Amîda û Rêzan Diljen wekî axîver cih girtin. Hevserokên Komeleya Wêjekarên Kurd Fatma Taşli Tûnç û Rêdûr Dîjle, Hevserokê MED-DER'ê Remzî Azîzoglû, Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan, Tevgera Jinên Azad (TJA), KASED, MED-TUHAD-FED, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) a Şirnexê Newroz Ûysal, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Sûltan Yaray, Hevserokên HEDEP'ê yên Amedê Pinar Sakik Tekîn û Abbas Şahîn, malbata Arjen Arî û gelek nivîskar û wêjehez tev li gotûbêjê bûn.   Destpêkê Moderator Fatîme Tekîn axaftina ewilî kir û bal kişand ser giringiya helbestê. Piştre ji bo her du helbestvanên nemir deqeyekê rêz girtin û xwîşka Arjen Arî Necla Arî behsa bîranîneke xwe ya di derheqê Arjen Arî de kir.   ‘HELBEST CUREYA HERÎ NETEWEYÎ YA WÊJEYÊ YE’   Dû re Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Rêdûr Dîjle axivî û got ku helbest û helbestkariya erdnîgariyekê ku bi salan tê dagirkirin hem zehmet e, hem jî bareke gelekî mezin e. Dîjle destnîşan kir ku helbest di nava cureyên wêjeyî de ya herî neteweyî ye û hêmana herî sereke ya helbestê hest e. Dîjle, anî ziman ku helbestkar bi cih anîna peywira xwe dibe barhilgirê vê jîyanê û wiha got: “Hestên neteweyî û bîra civakê hertim bi ruh û can dike, hêz û kûwetekê li peyva xwe bar dike û bi vê peyva xwe rê li ber azadiyê vedike. Di hemû tarîtî û zûlmatan de rastiyeke şoreşgerî diafirîne. Bêguman gava em li Seydayê Cegerxwîn û peyrêyê wî Arjen Arî mêze dikin, di helbest û di helwesta helbesta wan de baş dibînin. Cegerxwîn di rojên herî dijwar de bi helbesta xwe li dijî feodalîzmê hertim li cem kesên bindest bû û bû berdevkê wan. Di heman demê de wî konaxeke din ya helbesta kurmancî da destpêkirin. Her wiha Arjen Arî jî ev alaya ku Cegerxwîn bilind kirî, hilgirt û anî heta roja îro. Arjen Arî bi helbesta xwe bû awayê herî xweş yê peyva kurmancî. Ew bû dîmena herî xweş ya çiyayên vê erdnîgariyê.”   ‘HELBESTVAN DILÊ VÎ WELATÎ NE’   Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan dora axaftinê girt û got ku helbest kakilê zimanekî ye. Fîdan, destnîşan kir ku helbestvan jî dilê kesên ku wî zimanî diaxivin û dilê wî welatî ne. Fîdan, da zanîn ku ew ji bo helbestvan Cegerxwîn û Arjen Arî li wir in û bi lêv kir ku Kurdistaneke van helbestvanan hebûye. Fîdan, anî ziman ku Kurdistana wan di dilê wan de bûye û wiha direj kir: “Çi jiya bin, li kû jiya bin, çawa jiya bin Kurdistanek ji xwe re ava kirine û di wê Kurdistanê de jiyane. Sedema ku roj bi roj ev gel bêtir xwedî li wan derdikeve ev e ku bi xwebexşiyeke mezin, bi xweheziyeke zêde ew Kurdistana di dilê xwe de li her derî vegotine. Ez her du helbestvanên dil pola careke din bi rêzdarî bi bîr tînim.”   Hevserokê MED-DER’ê Remzî Azîzoglû jî çend gotin kirin û bal kişand ser giringiya hunerê.   ‘CEGERXWÎN LI HEMBER FEODALÎZMÊ SERÎ HILDAYE’   Piştî axaftinan moderator Tekîn bi kurtasî jiyana her du axîver Amîda û Diljen xwend. Dû re Amîda mafê axaftinê girt û destnîşan kir ku dîroka kurd û Kurdistanê çawa qed qedî be, dîroka wêjeya kurdî jî wiha qed qedî ye. Amîda, anî ziman ku Cegerxwîn konaxeke ku helbesta kurdî ji klasîzmê derbasî modernîzmê dibe û ev tişt gotin: “Cegerxwîn rast e rast temsîlkariya serhildêriyê ye. Cegerxwîn li hember serdemekê, li hember feodalîzmê serî hildaye. Cegerxwîn helbestkarekî mudaxalekir e. Ji ber ku mudaxaleya serdemekê û zemên dike. Cegerxwîn xwe neçar didît ku mudaxaleyê bîrê bike û her wiha xwe neçar didît ku bîrekê jî biafirîne. Lewma ne ev bîr be ku ne pêkane ku Kurdistanek jî ava bibe. Cegerxwîn ji tariyê hez nake û derdê wî rast e rast bi tariyê bi xwe re ye. Ji ber vê yekê çi çirayê peyda kir pê dixist.”   Amîda, têkildarî Arjen Arî jî got ku wî weke hevrêyê Cegerxwîn pênase dikin lê poetîka Arî û Cegerxwîn di hin tiştan de nêzî hev in, lê di helbest û helbestkariyê de dûrî hev in jî. Amîda, anî ziman ku Arî bi qasî ew şîddeta ku di zimanê Cegerxwîn de hêdî hêdî dadweribandî ji hevok û vegotinê dadwerivîne tê qonaxa peyvê.   Piştî Amîda, Rêzan Diljen mafê axaftinê wergirt û pêşiyê helbesta xwe xwend. Dû re jî Diljen, ji Kovara Hewarê heta koça dawî ya Arjen Arî helbesta kurdî bi awayekî kronolojîk vegot û ev tişt anî ziman: “Qedrî Can, Osman Sebrî, Kamûran Bedirxan, Celadet Bedirxan hwd. ji kovara Hewarê ne. Piştre Ronahî û dîsa heman kom heye, heta 1979’an Kovara Tîrêjê. Kovara Tîrêjê hinekî ber bi modernîzmê ve çû. Helbesta kurdî piştî ber bi rojava ve çû hinekî bilind bû. Gelek ciwanên ku helbestên tîr nivîsandin derketin holê. Herêma me di bin bandora Kafkasyayê nema. Dikarîbûn sûdê ji Kafkaskayê bigirin. Hêdî hêdî ew jî çêdibe. Kêm zêde bandora soraniya me jî li ser helbesta kurdî çêdibe. Heke helbestkarek derketiba û şûrê xwe li lênûska wêjeya me bixista, wê çaxê me dikarî bibêjin ku ekoleke vî heye. Bi min di helbesta kurdî de ekolek an jî rengekî xas çênebûye.”   HELBEST HATIN XWENDIN   Herî dawî hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Fatma Taşli Tûnç helbesta Cegerxwîn ya bi navê “Destgirtiya Xorta Me”, nivîskar û rojnamevan Roza Metîna helbesta Arjen Arî ya bi navê “Efendîno”, Mehmet Saît Arzû bi formata maqamê helbesta Cegerxwîn a bi navê “Xurtiya Yekitiyê” û herê dawî jî parlementer Newroz Ûysal helbesta Arjen Arî “Ev Çiya Rûspî Ne Heyran” xwend.   Bi xwendina helbestan gotûbêj bi dawî bû.