Di kongreyên Egîtîm Senê de daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî 2023-11-04 16:33:10    NAVENDA NÛÇEYAN - Şaxên Egîtîm Senê yên Şirnex, Mêrdîn, Amedê kongreyên xwe pêk anîn. Di kongreyan de hat xwestin ku ji bo zimanê zikmakî ji aliyê desetûra bingehîn ve bê mîsogerkirin û perwerde bê dayîn.    Şaxên Egîtîm Senê yên Şirnex, Mêrdîn û Amedê kongreyên xwe pêk anîn.      ŞIRNEX     Şaxa Egetîm Sen'ê ya Şirnexê 12’emîn Kongreya xwe ya asayî pêk anî. Egîtîm Sen'ê kongre li Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Şirnexê pêk anî. Rêveberê Egîtîm Senê Nîzam Kaplan di kongreyê de anî ziman ku ew têkoşîna bê şer û mê  kedxwarî diparêzin û wiha got: "Hem li dijî şerê li Filistinê û hem jî li dijî şerê Rojava ne."      Parlamenterê HEDEP'ê Zekî Îrmez jî tev li kongreyê bû û anî ziman ku ji dîroka komarê heta niha ji bo parastina kedê têkoşînek nehey û wiha got: "Lê her tim îqtîdar darbeyan li ser civakê pêş dixe.    Kongre bi xwendina raporan û hilbijartinê bi dawî bû. Di kongreyê de ji bo Serokê Egîtîm Senê Adnan Şenbayram hat hilbijartin.      MÊRDÎN      Şaxa Egîtim  Senê ya Mêrdînê jî 12'emîn  kongreya xwe pêk anî. Egîtîm  Senê li Mala Mamosteyan kongre pêk anî. Kongreyê bi rêzgirtin û hilbijartina dîwanê dest pê kir.. Parlementerê HEDEP'ê yê Mêrdînê Kamuran Tanhan di kongreyê de axivî û diyar kir ku ewê  li  kedê  û mafê zimanê  zikmakî xwedî derkevin. Tarhan bal kişand ser  tecrîdê û xwest tecrîd bi  dawî bibe.   AMED   Şaxa Egîtîmê ya Amedê ya Hejmara 1'an jî 3’yemîn kongreya serdema 12’emîn pêk anî. Egîtim Senê li Salona Dawaletê ya Granê kongre pêk anî. Parlamenter û rêveberên HEDEP’ê jî tev li kongreyê bûn. Li salona kongreyê pankartên “Jin, jiyan azadî”, “Zimanê me rûmeta me ye”, “Her zarok divê bi zimanê dayîka xwe yê zikmakîperweyê bibine”  û “Aştî hema niha” vekirin.    Di kongreyê de Hevseroka Şaxa Egîtîm Senê Emîne Akşahin, xwest şerê li dijî sivîlan bi dawî bibe û wiha got: “Divê di çareseriya pirsgirêka Kurd û Filistinê de gavên demokratîk bên avêtin.  Akşahin, anî ziman ku dê ji bo perwerdehiya demokratîk têkoşîna xwe berdewam bikin.    Piştre rapor hatin xwendin û  hilbijartin pêk hat.    Di kongreyê de ji bo rêveberiyê Arzu Koç, Faruk Ercan, Îlyas Gunduz, Nurcan Kurt, Saliha Zorlu, Sinan Gunduz ve Şehmus Tekin hatin hilbijartin.