Aqûbeta kesên beriya 28 salan li Kerboranê hatin windakirin hate pirsîn 2023-11-04 15:51:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên ÎHD’ê yên li Îzmîr û Şirnexê daxuyanî dan, aqûbet û faîlên welatiyên di sala 1995’an de li navçeya Kerborana Mêrdînê di bin çavan de hatin windakirin pirsîn.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), çalakiyên xwe yên piştevaniyê yên bi Dayikên/Mirovên Şemiyê re vê hefteyê jî berdewam kirin.  Şaxa Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê li dijî astengkirina Dayikên/Mirovên Şemiyê li ber Sumer Bank a Kevin a li Konakê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya ku pankartên “Windakirî diyar in faîl li ku ne” û “Windakirî wijdan in, xwedî li wijdana xwe derkeve” hate vekirin de gelek kes amade bûn.    Di daxuyaniya vê hefteyê de aqûbeta Davût Altûnkaynak (12), Seyhan Dogan (13), Nedîm Akyon (16), Mehmet Emîn Aslan (19), Abdûrrahman Olcay (20), Abdurrahman Coşkûn (21) û Suleyman Seyhan (57) ên li navçeya Kerboran a Mêrdînê di navbera 29’ê cotmeh û 8’ê mijdara 1995’an de hatibûn binçavkirin û careke din agahî ji wan nayê girtin hate pirsîn.   Rêveberê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Gokhan Aygun ê di daxuyaniyê de axivî, anî ziman ku 30 hefte ne biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û peymanên ku Tirkiye alîgirên wan e tên binpêkirin û destnîşan kir ku heta faîlên windakiriyên Kerboran û hemû windakiriyan neyên darizandin dest ji têkoşînê bernadin.    ŞIRNEX   Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Şirnexê jî ji bo piştgiriyê bide Dayikên Şemiyê li ber avahiya  KESK’ê ya Şirnexê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila winda bên dîtîn faîl bên darizandin” hate vekirin. Parlamenterê HEDEP’ê Mehmet Zekî Îrmez, rêxistina HEDEP’ê ya Şirnexê, endamên Baroya Şirnexê û KESK’ê tev li daxuyaniyê bûn.    Di vê hefteyê de jî aqûbeta 7 kesên ku li navçeya Kerboran a Mêrdînê ku di nav de zarok jî hebûn hatin windakirin hate pirsîn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Şaxa ÎHD’a Şirnexê Esîn Yildizê ve hate xwendin. Yildiz, diyar kir ku heta ku bersûc tên dîtin ew ê tebikoşin û got: “Em di hefteya xwe ya 971’an de careke din dibêjin, em ê windayên Kerboranê û hemû windahiyên ku bersûcên wan nehatine dîtin em ê ji bîr nekin û em ê dev ji daxwaza darizandin û cezakirina bersûcên wan bernedin.”