Leşkerên Îranê kolberan gulebaran kirin: 5 kolber birîndar bûn 2023-11-04 14:22:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Saqizê yê rojhilatê Kurdistanê Muhafazakarên Sînor ên Îranî kolberan gulebaran kirin û 5 kolber birîndar bûn û 10 kolber jî hatin girtin.    Li bajarê Saqizê yê rojhilatê Kurdistanê Muhafazkarên Sînor ên Îranê gule li komek kolberan barandin. Di encama gulebaranê de 5 kolber bi xedarî birîndar bûn û 10 kolberên ku hatin binçavkirin jî hatin girtin.    Hat zanîn ku dema birîndaran rakirine nexweşxaneyê jî îşkence li wan hatiye kirin û kolber di beşa venêrîna awarte de tên dermankirin.