Dayikên Şemiyê dest ji Qada Galatasarayê bernadin 2023-11-04 12:46:39 STENBOL - Dayikên/Mirovên Şemiyê yên tevî biryara AYM’ê 30 hefte ne destûr nayê dayîn ku bikevin Qada Galatasarayê di encama israra wan de tevî astengkirinê jî qûrnefîlên di destên xwe de danîn qadê.  Çalakiya Dayikên/Mirovên Şemiyê ku ji bo aqûbeta mirovên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin didomînin, di hefteya 971’emîn de jî berdewam dike.  Di çalakiya vê hefteyê ku gelek malbatên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan tê de cih girtin de polîsan tevî biryara “binpêkirinê” ya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ku têkildarî qadê daye jî hemû rêyên derdikevin qadê bi bariyeran girtin û hewldan Dayikên Şemiyê asteng bikin.    Polîsan Dayikên/Mirovên Şemiyê û parazvanên mafên mirovan ên li Cadeya Îstîklalê bi qûrnefîlan xwestin ber bi Qada Galatasarayê ve bimeşin dorpêç kirin. Polîsan gef li girseya kom boyî xwarin ku heke belav nebin dê binçav bikin.   ‘EM DIXWAZIN QURNEFÎLÊN XWE DEYNIN QADA GALATASARAYE’    Yek ji Mirovên Şemiyê Masîde Ocak a bertek nîşanî polîsan da anî ziman ku daxuyaniyê nadin çapemeniyê tenê dê qûrnefîlan deynin qadê û derkevin. Ocak, axaftina xwe wiha domand: “Weke welatiyekê mafê min heye ku li vir bimeşim. Ez îro li ser daxwaza dayika Davût Altûnkaya yê 12 salî dixwazim vê qûrnefîlê deynim Qada Galatasarayê. Em tenê dixwazin biryara AYM’ê were bicihanîn. Heke hûn binçav bikin jî bikin. Em dixwazin qûrnefîlên xwe deynin Qada Galatasarayê.”   POLÎS: EM DESTÛRÊ BIDIN WE EM Ê BIDIN HINEKÊN DIN JΠ   Li ser van gotinên Ocak, polîs êrişên bombeyî yên berê li ser Cadeya Îstîklalê çêbûn bi bîr xistin û wiha got: “Dema em destûrê bidin çalakiya we divê em destûrê bidin çalakiyên hemû sazî û dezgehên sivîl ên civakî. Li vê derê bi hezaran daxuyaniyên çapemeniyê tên dayîn. Walîtiyê hemû çalakî, yên çandî jî di nav de qedexe kirine.”   QÛRNEFÎL DANÎN QADÊ    Li ser israra çalakvanan Masîde Ocakê qûrnefîla di destê xwe de danî qadê. Dayikên/Mirovên Şemiyê pişt re ji herêmê veqetiyan û kes nehate binçavkirin.