Bakirhan: Rojên ku em ê aktorên 4’ê Mijdarê bişînin nêzîk in 2023-11-04 11:24:45 ENQERE - Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan di kongreya giştî ya ÎHD’ê de axivî û operasyona 4’ê Mijdarê ya li dijî siyasetmedarên kurd pêk hat wek “darbeye” pênase kir û got: “Rojên ku wê yên vê darbeyê û vê zilmê dikin bên darizandin nêz in.”  Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tuncer Bakirhan beşdarî Kongreya Giştî ya 21’emîn a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ku li Sehneya Yilmaz Guney a Şaredariya Çankaya Enqereyê tê lidarxistin bû.    Bakirhan di kongreyê de axivî û bal kişand ser girîngiya saziyek wek ÎHD’ê û girîngiya mafên mirovan.    Bakirkhan diyar kir ku 37 sal in ÎHD tevî hemû zextan, zoriyan û cînayetên kiryar nediyar jî li ser pêya maye û got: “37 sal in ÎHD bûye cihê lêgerîna maf û edaletê ya mazlûman, kedkaran, kurdan, elewiyan, bindestan. Li tu deverek cîhanê saziyek ku li dijî faşîzmê 37 sal li ber xwe dabe nîne. Lê ÎHD 37 sal in li dijî her cûre cînayetên ku endam û rêveberên wê hatin qetilkirin û sepanên faşîzmê li ber xwe da û xwe gihandiye roja me ya îro. Ez li ser navê partiya me spasiya hemû kedkarên ÎHD’ê dikim. Sekn û helwesta ÎHD’ê gelek tiştan nîşanî me da û bi me da fêmkirin.”    ‘EM Ê ALA TÊKOŞÎNA WAN BILIND BIKIN’    Bakirhan da zanîn k udi rojek wiha de helbet ew Vedat Aydin, Ayşenûr Zarakolû, Leman Firtina û gelek rêveber û endamên di têkoşîna mafên mirovan û ÎHD’ê de bûne cangorî bi bîr tînin û ew wan bi rêzdarî û rehmet bi bîr tînin û ew carek din soz didin ku wê li têkoşîna cangoriyên xwe xwedî derkevin. Bakirhan ji bo rêveberiya nû ku bê bijartin jî serkeftinê xwest.    Bakirhan anî ziman ku di 20 salên dawî de ew bi darbeya siyasî tên birêvebirin û got: “Temenê darbeya leşkerî ewqas ne dirêj bû. Partiyek siyasî ku qaşo qala edalet û pêşvebirina aboriyê dike welat bi darbeye bi rê  ve dibe.”    ‘DI 4’Ê MIJDARÊ DE DARBEYA MEZIN LI DIJÎ SIYASETA KURD KIRIN’    Bakirhan wiha axivî:    Îro 4’ê Mijdarê ye. Bi rastî ev roj roja derbeyên herî mezin e li tevgera siyasî ya kurd. Ji 4’ê Mijdarê ve Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak û bi sedan hevalên me hatin binçavkirin û girtin. Bi 4’ê Mijdarê re deriyê gelek saziyên me hatin kilîtkirin. ÎHD tam ji ber ku li cem bindestan disekinî gelek bi nirx e. Ev derbe didome. Li Rojhilata Navîn şer berdewam dike, xizanî û betalî didome. Asta cihêkariyê ya ku me berê qet nedîtibû berdewam dike. Dixwazim diyar bikim ku di demekê de ku mirov di nava rojê de li naverasta kolanan dihatin gulebarankirin, ji ber sedemên pir hêsan bi cezayên giran ÎHD li gel wan bû û xebat û têkoşînek mezin dikir.    ROJÊN KU ZILM BIÇE NÊZ IN    ÎHD parêzeriya gelê mezlûm dike û saziyek hevrê ye. 37 sal in ku bi zilmê re rû bi rû ye. Her tim xebatên wan hatine terorîzekirin. Herî dawî wezîrê karên navxweyî ku çû her tim ÎHD’ê kir hedef û gef lê xwar. Di serî de ÎHD û bar û berpirsiyarî dikeve ser milê me hemûyan. Rojên ku wê yên vê darbeyê û vê zilmê dikin bên darizandin nêz in. Rojên ku em ê van aktorên 4’ê Mijdarê bişînin û biqewirînin nêzik in. Bi van hest û ramanan di xebatên we de serkeftinê dixwazim û her bijî têkoşîna me ya mafdar.”