Stranên guhdarkirin weke delîlên 'sûc' hatin hesibandin 2023-11-04 10:56:54 MÊRSÎN - Li Mêrsînê di îdianameya ku derbarê endamên HDP’ê yên bi “endamtiya rêxistinê” tên sûcdakirin hatiye amadekirin de, stranên ku di wesayîtê de guhdarkirine weke delîlê sûc cih girtin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê de, Serokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Yenîşehîrê yê berê Emrah Denîz, endamên Meclîsa Ciwanan ên Partiyê Mazlûm Gok, Mehmet Halîs Saykan, Ozkan Yalçin û Mehmet Can Îlîngî, Demhat Gokalp û Azat Taş ku ji sedî 85 astengdar e di 23’yê gulanê de hatibûn girtin û Îbrahîm Kaylan, Huseyîn Tûrhan, Devrîm Aydin û Sureyya Ceylan hatibûn berdan.   Di encama lêpirsînê de derbarê 7 jê girtî 11 kesan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” îdianame hate amadekirin û ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran ve hate qebûlkirin. Di îdianameya ku ji 32 rûpelan pêk tê û danişîna wê ya ewil di rojên pêş bê lidarxistin de çalakî û aktîvite, şîn ên her 11 kes tev li bûne, parvekirinên wan ên medyaya dîjîtal û axaftinên wan ên bi telefonê weke sûc hatin nirxandin.   STRANÊN KURDÎ JÎ SÛC IN    Stranên kurdî yên kesên derbarê wan de îdianame hate amadekirin di dema axaftinên xwe yên bi telefonê de gotine an jî li cihê lê guhdarkirine jî weke “pesnê rêxistinê dane û xwedî lê derketine” hatin nirxandin û bûn mijara sûc.    Dozgeriyê dîsa ji ber straneke kurdî ya dema bi telefonê bi xizmetên muşteriyan re dihate axaftin di wesayîtê de lêdixist Ozkan Yalçin bi îdiaya “Li gorî bîrdoziya rêxistinê tevdigere û Abdullah Ocalan jî weke rêberê xwe qebûl dike” sûcdar kir.    Di îdianameyê de delîlên sûc ên Azat Taş ê ji sedî 85 astengdar e jî nivîsên weke “Taxa Roj” , “Şivan Akbaş nemir e” , “YPS” , “Dema hesabê hat” û “Tolhildan” ên di sala 2016’an de li Taxa Guneş a navçeya Akdenîz a Mêrsînê hatine nivîsandin, hatin nîşandan.    MA / Ergîn Çağlar