Li girtîgehên Êlihê binpêkirinên mafan zêde dibin 2023-11-04 09:02:46   ÊLIH - Girtiyên di girtîgehên li Êlihê de di hevdîtina bi şandeyên baroyê re bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên wekî jimariya li se rpêyan, fatûreyên ceryanê yên giran, binpêkirina mafê tenduristiyê, cihêkarî û lêgerîna li hundirê devan.    Navenda Mafên Mirovan a Parêzer Sedat Ozevîn a Baroya Êlihê, di navbera kanûna 2022'yan û cotmeha 2023'yan de serdana Girtîgeha Tîpa M a Êlihê, Girtîgeha Tîp T a Êlihê û Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Êlihê kirin. Navendê rapora xwe ya der barê binpêkirinên mafan ên li van girtîgehan de di 27'ê cotmehê de bi raya giştî re parve kir. Di raporê de ji binpêkirina mafê tenduristiyê heya bi astengkirina çalakiyên civakî gelek binpêkirinên mafan cih digirin. Parêzer Ferhat Bayindir, binpêkirinên mafan ên di raporê de nirxandin.    LI QAWÎŞA 18 KESAN 5 KES   Bayindir ragihand ku piştî serî li wan hatiye dayîn serî li 3 girtîgehan dane û got: "Hin girtiyên nexweşînên wan ên kronîk hene. Çendî raporên wan ên tenduristiyê hene jş, mafê wan tenduristiyê, xwarina diyetê, çûna revîrê tê binpêkirin û dermanên wan nayên dayîn."    Baydindir bilêv kir ku girtiyan ragihandiye ku qawîş pir qelebalix in û têra wan xwarin nayê dayîn û wiha domand: "Ragihandin ku ji bo qawîşa 18 kesî xwarina 5 kesan tê dayîn, rojê serê girtiyekî tenê nanekî somin tê dayîn, xwarina tê dayîn jî hindik e, pîvanên paqijiyê yên sereke esas nayên girtin, di warê paqijkirina çarşefan de zehmetiyê dikişînin, nivîn pr qirêj in, gava girtî dixwazin wan bişon, bi hinceta 'dê zirar bigihê nivînan' destûr nayê dayîn û pirsgirêka avê heye."    Bayindir anî ziman ku berhemên li qantîna girtîgehê pir biha ne û got ku girtî ji ber vê mexdûr dibin. Bayindir da zanîn ku fatûreyên bargiran ên ceryanê jî girtiyan mexdûr dikin.    FELEQE   Bayindir bal kişand ser hevdîtina bi girtiyê bi navê F.D. re û got ku girtî par di Girtîgeha Tîpa M a Êlihê de bûye û îdia kiriye ku par li vir ew xistine feleqeyê. Bayindir wiha axivî: "F.D., ragihand ku liv û tevgerên gardiyanan ên ji bo binpêkirinên mafan hê jî didomin, di dema hevdîtinên vekirî de li cem malbatan bi ser wan di diqîrin, dema hevdîtinan tê kurtkirin. Hat diyarkirin ku hin daxwaznameyên girtiyan nayên şandin û dibe ku rêveberiya girtîgehê daxwaznameyên wan ji holê rakiribin."    Bayindir anî ziman ku kesên ku cezayê hucreyê li wan tê birîn di dema birina hucreyê de rastî muameleya xirab û heqaretê tên û got ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind jimariya li se rpêyan tê ferzkirin û yên vê qebûl nakin jî bi "şewitandina înfazê" gef li wan tên xwarin. Bayindir bilêv kir ku di lêgerînên li qawîşan de jî girtî rastî tundiyê tên û "poşmanîtî" li girtiyên 30 sal di girtîgehê de tê ferzkirin û got ku yek ji binpêkirinên mafan ên li girtîgehê jî lêgerîna li hundirê dev e.   Bayindir bal kişand ser hevdîtina bi girtî N.G. yê di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Êlihê de û got: "Ji ber ku girtiyê siyasî ye, rastî muameleyeke cihêkar tê. Ragihand ku wî xistien qawîşeke cuda, lê ev qawîş hucre ye, şi wir amûrên jiyanî tune ne, lê piştî wextekê nivîneke qirêj û betaniyek dane wî û çnedî di hesabê wî de pere hebûye jî bi rojan lazmatiyên wî yên li qantînê nehatiye dabîkirin sûya paqij bi dest w neketiye û ji mecbûrî ji kaniya tuwaleta hucreyê av vexwariye. Ragihand ku bi kameraya li ber derî tim tê şopandin, wî birine odeya midûrê girtîgehê, li vir midûr jê re gotiye 'li vir girtiyên siyasî tune ne, ên ji terorê girtî hene, hûn jî yek ji wan in' û gelek caran gef lê hatine xwarin û navê kesekî ku gef lê xwarine Osman e. Ragihand ku bêyî ku bixwe ew birine nav girtiyên edlî."    Bayindir destnîşan kir ku binpêkirinên li girtîgehan li dijî peymanên navneteweyî ne û got ku daxwazên wan ên ji bo hevdîtina têkildarî binpêkirinên mafan, ji aliyê îdareyên girtîgehan ve nehatine qebûlkirin. Bayindir anî ziman ku ji bo bidawîbûna binpêkirinan dê hevdîtinên wan bidomin û got ku dê tevî malbatên girtiyan giliyê neheqiyan bikin.