ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2023'YAN 2023-11-04 09:00:05   * 32 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Tevî ku salek bi ser biryara “tedbîrê” ya Komîteya Mafên Mirovan a NY’yê ji bo Ocalan daye derbas bû jî lê hê jî Tirkiyeyê gavek neavêtiye.    * Dadgeha Îstînafê diyar kiribû ku tevlibûna li merasîma cenaze, şînê û daxuyaniyê ne sûc e. Lê bi heman hincetê, ji bo dosyeya ku xera kiribû cezayê hatibû birîn erê kir.    * Girtiyên di girtîgehên li Êlihê de di hevdîtina bi şandeyên baroyê re bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên wekî jimariya li se rpêyan, fatûreyên ceryanê yên giran, binpêkirina mafê tenduristiyê, cihêkarî û lêgerîna li hundirê devan.    * Hevserokê HDP'a Qersê Cengîz Anli ku şahidê Komkujiya Dîgorê ye, bi helbestên xwe yên ji dema komkujiyê heya niha dinivîse balê dikişîne êrişên li ser kurdan û berxwedana wan.    * Hevserokê Fexrî yê ÎHD'ê Akin Bîrdal diyar kir ku astengkirina berdana girtiyan li dijî rûmeta mirovahiyê ye û got: "Ger Tirkiye dixwaze dest bi sedsaleke demokratîk û azad bike, divê dawî li tecrîdê bîne."   * Yûsûf Ataman ê ku 50 sal in li Elkê sewalvaniyê dike, anî ziman ku ji ber astengiyên leşkeriyê û bihabûna fiyetan hatine asta ku dest ji sewalvaniyê berdin.    * Dikandarên li Bazara Penîr a Baglarê firotinê dikin, bertek nîşanî rewşa aborî dan û wiha gotin: “Êdî em nikarin debara xwe bikin, ji bo ev rewş were çareser kirin divê desthilat bê guhertin.”   * Kooperatîfa Rêveberiya Berhemên Çandiniyê ya Wanê ku ji aliyê siyasetmedar û cotkaran ve hatiye avakirin, dest bi çinîna kartolan kir.    * Kongreya Giştî ya 21'emîn a ÎHD'ê dê li Sehneya Yilmaz Guney a Şaredariya Çankaya Enqereyê bê lidarxistin. Hevserokê Giştî yê HEDEP'ê Tuncer Bakirhan jî wê beşdarî kongreyê bibe. (10.00–17.00) ZINDÎ   * TJA wê di çarçoveya kampanya xwe ya bi dirûşma "Bi jin jiyan azadiyê ve ber bi azadiyê ve" dabû destpêkirin dê li navçeyên Stenbolê kargehan li dar bixe. (10.00-16.00)    * Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê dê çalakiya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" berdewam bikin. (12.00)   * Dayikên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta windayan û faîl bên dîtin û darizandin dê di hefteya 970'emîn de li Qada Galatasarayê li dar bixin. (12.00)   * Şaxên ÎHD'ê wê li gelek bajaran piştevaniya çalakaiya Dayikên Şemiyê bike. (12.00)   * Li Stenbol û Enqereyê şaxên ÎHD'ê j bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê daxuyaniyan bidin. (13.00-13.30)   * Rêxistinên HDP, HEDEP û DBP'ê yên Qoserê dê bi boneya salvegera tayînkirina qeyûmê ser şaredariya Qoserê li ber avahiya HDP'ê daxuyanî bidin. (13.00)   * Komeleya Wêjekarên Kurd, MED-DER û PEN'a Kurd dê ji bo bîranîna helbestvanên kurd Cegerxwîn û Arjen Arî bi sernavê "Ji Cegerxwîn heta Arjen Arî helbesta kurdî" Li Şaxa Egîtîm Senê ya Jimara 1’an a Amedê gotûbêj li dar bixin. (15.00)