Beriya danişînê faîlan gefa kuştinê li malbata Esra Y. xwar 2023-11-03 14:46:07   COLEMÊRG - Faîlên ku tecawizî Esra Y. kirin û beriya danişîna ku îro bê lidarxistin, gefa kuştinê li malbata wê xwarin.    Li gundek navçeya Şemzînana Colemêrgê di gulana 2016’an de kesên bi navê Veysî, Zahîr û Nîhat Yilmaz tecaiwzî Esra Y. a 11 salî dikin. Ev yek dibe sedem ku Esrayê xwe bikuje. Îro danişîna dozê hat lidarxistin. Hat zanîn ku beriya danişînê faîlên ku tecawiz kirine gefa kuştinê li malbata Esrayê xwarin e.    Duh bi şev faîl û xizmên xwe li malbata Esra Y. geriyane û gefa kuştinê li wan xwarin e. Li gorî ku malbat dibêje, faîl li wan geriyane û xwestine ku malbat beşdarî danişînê nebe û heke ew beşdar bibin dê wan ji gund derbixin û wê keke Esrayê, Omer Y. jî bikujin.    Li aliyê din hat zanîn ku malbat û parêzerên xwe li dijî vê gefê dê gilî bikin û berê jî faîlan gefa kuştinê li malbatê xwariye.