Rêxistinên navneteweyî banga berdana siyasetmedarên kurd kirin 2023-11-03 14:24:08   AMED - Rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî banga berdana siyasetmedarên kurdî yên girtî kirin.    Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan, Projeya Destekdayîna Dozên Mafên Mirovan ên Tirkiyeyê, Komîsyona Hiqûqzanên Navneteweyî û Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî têkildarî salvegera 7’emîn a 4’ê Mijdara 2016’an ku siyasetmedarên kurd hatin girtin, daxuyaniyek nivîskî weşand.    Saziyan di daxuyaniya xwe de xwest ku hikûmeta Tirkiyeyê li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere û biryarên ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) der barê siyasetmedaran da daye, bicih bê anîn. Saziyan di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û siyasetmedarên din jî di nav de divê demildest bên berdan.    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku siyasetmedar Gultan Kişanak ku ji Doza Kobanê girtî ye tevî ku dema wê ya girtinê tije bûye jî nayê berdan û Kişanak û Sabahat Tuncel bi sedemên siyasî û kêfî girtî ne û saziyan bang kir ku siyasetmedar demildest bên berdan.