Li Şirnexê qeza çêbû: 2 kes mirin 2023-11-03 12:06:45   ŞIRNEX - Li bajarokê Qesirkê yê Şirnexê qezaya trafîkê çêbû. Di encama qezayê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Li bajarokê Qesirkê yê Şirnexê kamyonek ji kontrolê derket û qelibî. Di encama qezayê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin Mehmet Tûncer û Hasan Berek ên di qezaya duh bi şev li taxa Çemê Şemo ya bajaroka Qesirkê çêbû de di wesayîtê de bûn bi giranî birîndar bûn. Tûncer û Berek ên bi ambûlansa hate cihê bûyerê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê tevî hemû mudaxileyan jî nehatin xelaskirin û jiyana xwe ji dest dan.    Cenazeyên her du ciwanan piştî kirariyên otopsiyê dê li bajarokê Qesirkê bên veşartin.