Rojnameger Erdînç hate berdan 2023-11-03 10:34:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Cengîz Erdînç ku hatibû binçavkirin hate berdan.    Rojnameger Cengîz Erdînç duh li mala xwe ya li navçeya Ayvalik a Balikesîrê hatibû binçavkirin. Piştî îfadeya li Serdozgeriya Komarê ya Ayvalikê bi şertê kontrola edlî hate berdan.    Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek parve kir û wiha got: “Tevî ku emniyetê dizanî dê parêzer bên jî, parêzerê CMK’ê tev li îfadeyê bû. Dema parêzerên Erdînç û parêzerê MLSA’yê gihiştin dozgeriyê, bi hinceta ku jêpirsîn dest pê kiriye nehatin bikevin hundir.”