Di mehekê de 3 kolber hatin qetilkirin û 27 jî birîndar bûn 2023-11-03 10:33:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Di cotmehê de li ser sînorê bakur û rojhilatê Kurdistanê di encama gulebarana leşkeran de 3 kolber hatin qetilkirin û 27 kolber jî birîndar bûn.    Êrişên leşkerên tirk û faris ên li ser sînorê bakurê û rojhilatê Kurdistanê li dijî kolberan berdewam in. Di encama êrişên leşkerên her du dewletan de, di meha cotmehê de 3 kolber hatin qetilkirin û 10 jê giran bi giştî 27 kolber jî birîndar bûn. Gelemperiya bûyerên mirin û birîndarbûnê di nava sînorê Îranê de qewimîn û hat zanîn ku yek ji kolberên hatiye qetilkirin di bin 18 saliyê de bû.    Di 10 mehên ewil ên sala 2023’yan de di encama êrişên çekdarî yên li ser sînorê Bakur-Rojhilat de herî kêm 25 kolber hatin qetilkirin û yên herî zêde hatine qetilkirin jî ji bajarê Kirmaşanê bûn.