Artêşa Îsraîlê: Dorpêça li ser Xezeyê temam bû Hamas: Xeze wê bibe ‘laneta’ Îsraîlê 2023-11-03 10:32:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Îsraîlê ragihand ku dorpêça li ser Xezeyê temam bûye û vebijêrka agirbestê jî di rojeva wan de nîne. Hamasê jî diyar ki ku wê Xeze bibe “laneta” Îsraîlê.     Hamasê di 7’ê Cotmehê de li dijî Îsraîlê dest bi êrişan kiribû. Piştre di navbera hêzên Îsraîl û Filistînê de şer dest pê kir û ev şer hê jî didome. Şer û pevçûnan 28 roj li pey xwe hişt. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, di êrişên Îsraîlê de 3 hezar û 760 zarok, 2 hezar û 326 jin û bi giştî 9 hezar û 61 welatiyên ji Filistînê mirin e û herî kêm jî 32 hezar kes birîndar bûne.    Li gorî daxuyaniyên ji Îsraîlê jî ten belavkirin, di êrişa li Xezeyê de pêk hatiye 315 jê leşker ji hezar û 400 kesî zêdetir îsraîlî mirin e û 5 hezar û 132 kes jî birîndar bûne.    Di êrişên hewayî û bejahiyê yên li dijî Xezeyê de nexweşxane û kampên penaberan jî bûn armanca bombebaranan û êrişan.    DORPÊÇ TEMAM BÛYE, AGIRBEST DI ROJEVA WAN DE NÎNE    Tevî ku ji saziyên navneteweyî yên mîna Neteweyên Yekbûyî bangên agirbestê dikin jî lê heta niha ev bangên agirbestê berhewa mane, dîplomasiya ji bo agirbestê didomin. Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku dorpêça li ser Xezeyê temam bûye. Berdevkê Artêşê Daniel Hagari ev daxuyanî da: “Leşkerên me dorpêça li ser Bajarê Xezeyê ya ku navenda rêxistina terorê ya Hamasê ye, temam bû.” Hagarî diyar kir ku vebijêrka agirbestê di rojeva wan de nîne.    Serfermandarê Artêşa Îsraîlê Herzî Halevî jî anî ziman ku leşkerên wan li navenda bakurê Xeta Xezeyê ne û got: “Hêzên me li bajarê Xezeyê xebatên xwe nîşan didin, derdora wê digirin, êrişên bejahiyê û serkeftina xwe kûr dikin.”    NETANYAHU: MALIYETA ŞER GIRAN BÛYE    Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu jî diyar kir ku şerê wan ên li dijî Xezeyê ji bo wan rê li ber maliyetek aboriyê vekiriye û bêyî ew bikevin gumanan dê vê maliyetê bidin razandin û wê pere li her kesî belav bikin.    DAXUYANIYA HAMASÊ    Hamasê bersiva daxuyaniyên Îsraîlê da.    Hamasê daxuyaniyek ku têde tê diyarkirin wê Xeze bibe “laneta” Îsraîlê û leşkerên Îsraîlê wê di kîsan de li wan vegerînin weşand.