Sosin û Demîr piştî 30 salan ji girtîgehê derketin 2023-11-02 20:12:41 ŞIRNEX – Mehmet Emîn Sosin û Asim Demîr ên di Girtîgeha Tîpa L a Espiyeyê de, piştî 30 salan ji girtîgehê derketin.    Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Sosin (66) û Asim Demîr (66) ên di Girtîgeha Tîpa L a Espiyeyê de, piştî 30 salan ji girtîgehê derketin. Sosin li ber girtîgehê ji aliyê xizmên xwe ve hat pêşwazîkirin. Lê belê hat dîtin ku Sosin bi zorê bi gopal dimeşe. Sosin piştî hat pêşwazîkirin tevî xizmên xwe ber bi Edeneyê û Demîr jî ber bi navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ve bi rê ket.    Mehmet Emîn Sosin, di sala 1993'yan de li navçeya Hezex a Şirnexê hat binçavkirin û paşê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya "Xerakirina yekpareyiya dewletê" cezayê muebedê lê birî. Sosin ku gelek nexweşîn lê peyda bûne, di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de bû.    Asim Demîr jî di sala 1993'yan de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hat binçavkirin û DGM a Amedê bi îdiaya "xerakirina yekpareyiya dewletê" cezayê muebedê lê birî. Demîr ji ber ku "poşmanîtî" qebûl nekiribû înfaza wî 10 mehan hatibû şewitandin.