Hejmara kesên li Xezeyê jiyana xwe ji dest dan 9 hezar derbas kir 2023-11-02 16:52:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê de 3 hezar û 760 jê zarok bi giştî 9 hezar û 61 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê di roja 27’an de berdewam dikin. Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê Eşref el-Kudra têkildarî kesên di êrişan de jiyana xwe ji dest dane daxuyanî da û got ku di encama êrişên 24 saetên dawî yên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane derket 265 kesan.    Kudra, da zanîn ku ji 7’ê cotmehê heta niha di êrişan de 3 hezar û 760 jê zarok û 2 hezar û 326 jê jin bi giştî 9 hezar û 61 kesan jiyana xwe ji dest dane û herî kêm 32 hezar kes jî birîndar bûne. Kudra, diyar kir ku tenê di êrişên hewayî yên îro de 265 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, 135 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane, 25 ambulans hatine îmhakirin, 16 nexweşxane û 32 tesîsên lênihêrîna tibbî ji dayîna xizmetê derketine.