Danişîna doza ‘şebekeya şêlandinê’ ya emniyetê hate lidarxistin 2023-11-02 14:31:39   MÊRDÎN - Ji ber dizî û talana di dema qedexeya derketina derve ya li Nisêbînê de hatiye kirin, derheqê 6 jê polîs bi giştî 7 kesan de doz hatibû vekirin û danişîna dozê hate lidarxistin.    Di 14’ê adara 2016’an de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê qedexeya derketina kolanan hate ragihandin û bi mehan berdewam kir. Ji ber ku tev li dizî û talana di dema qedexeyê de li navçeyê hatine kirin bûne, derheqê şebekeya ku 6 jê polîs bi giştî 7 kes di nav de bûn hatibû vekirin. 14’emîn danişîna dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hate lidarxistin.    Midûrê Emniyetê yê Nisêbînê yê wê demê Kadîr Şen, Cîgirê Midûr Ahmet Tugcu, Amirê Şaxa TEM’ê Unal Uyar, polîsên bi navên Mahmut Oztekîn, Muslum Bozkurt û Abdulkerîm Sezîşlî û xebtkarên fîmeya ku karê hilweşandinê girtibû Arîf Kara bersûcên dozê ne. Ev kes bi sûcên “Bertîl wergirtine û dane”, “bi darê zorê xerabî kirine” û “bi rêya gefxwarinê, peywira xwe ya venêrînê binpê kiriye û bûne sedema ziyanê” tên darizandin.    Ji bersûcan tu jê tev li danişînê nebûn lê parêzerên hinek bersûcan amade bûn. Parêzerên   bersûcan îdia kirin ku miwekîlên wan 4 sal in tên darizandin û hatine mexdûrkirin.   Dadgehê danişîna dozê taloqî 16’ê çileya 2024’an kir.