Girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin 2023-11-02 14:22:22   ERZIROM - Girtî Selamî Ustundag ku li Girtîgeha Tîpa T a Erzinganê tê ragirtin, ji ber ku li dijî lêgerîna tazî derket hate derbkirin û piştre jî li girtîgeheke cuda hate sewqkirin.    Selamî Ustundag li Girtîgeha Tîpa T a Erzînganê dihat ragirtin û hat diyarkirin ku li Ustundag lêgerîna tazî hatiye ferzkirin û dema li dijî vê sepanê derketî hate derbkirin û piştre li Girtîgeha Tîpa S a Kavakli ya Samsûnê hate sewqkirin.    Bavê Ustundag, Hanîfî Ustundag da zanîn ku ji ber tenduristiya kurê xwe fikarên wan hene û ev tişt anî ziman: “Li Erzînganê lêgerîna tazî li kurê min ferz kirin. Ji ber ku ev sepan qebûl nekir, gardiyanan kurê min derb kirin. Piştî îşkenceyê jî nebirin nexweşxaneyê û sewqî Girtîgeha Kavakliyê kirin. Bi hefteyan me nekarî xwe bigihînin wî. Dema em li girtîgehê geriyayîn, em hîn bûn ku sewqî Girtîgeha Kavakliyê hatiye kirin. Ji ber tenduristiya kurê min fikarên me hene.”