Derbarê rojnamevan Yildiz de daxwaza ceza hate kirin 2023-11-02 13:55:04   ÎZMÎR - Dozger di danişîna doza rojnamevan Nazlican Nûjîn Yildiz ku ji ber daxuyaniyên di dema xwendekariyê de tevlibûyî tê darizandin de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ceza xwest.    Bi hinceta dema xwendekar bû tev li daxuyanî û aktîveteyan bûye bi îddiaya “endamtiya rêxistinê” li nûçegîhana JINNEWS’ê Nazlican Nûjîn Yildiz doz hatibû vekirin. 4'emîn danişîna dozê li 21'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê ya li Edliyeya Bayrakliyê hat lidarxistin. Nûjîn û parêzerên wê li di danişînê de amade bûn. Hevalên Nûjinê jî doz şopandin.    Danişînê piştî tespîta nasnameyan dest pê kir. Parêzeran xwestin şertê kontrola edlî li ser Yildizê rabe û metaryalên dîjîtal ên aydê Yildizê bên teslîmkirin.    DOZGER DAXWAZA CEZA KIR   Dozger di mutalaaya xwe de anî ziman ku Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad ku Yildiz di dema xwendekariyê de di nav de bû bi fermana rêxistinê hatiye avakirin. Dozger ê xwe spart îfadeyên şahid Buse Aslan û şahidê veşartî Dokûz, got Yildiz bi fermana rêxistinê tev geriyaye û xwest bê cezakirin. Parêzerên Yildizê ji bo li dijî mutalayê parastinê bikin daxwaza demê kirin.     KONTROLA EDLÎ HATE RAKIRIN   Şandeya dadgehê biryara berdewama qedexeya derketina derve û rakirina şertê kontrola edlî ya îmzeyan da û danişîn taloqî 7'ê kanûnê kir.