Doza Kobanê: Dabeşkar ew in ên ku danehevên welat difiroşin 2023-11-02 13:37:26 ENQERE - Siyasetmedar Bulent Parmaksiz di Doza Kobanê de diyar kir ku dabeşkarên rasteqîn ew kes in ên ku hemû danehevên welêt difiroşin û wiha got: “We her tiştekî xwe firot. We namûsa xwe jî firot. Îcar bêyî ku şerm bikin di wan keştiyên balafiran de jî pozan didin.”    Rûniştina çaremîn a danişîna 39’an a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Doz, bi parastina siyasetmedar Bulent Parmaksiz di roja duyemîn de berdewam kir.    Siyasetmedar Aynûr Aşan, Sabahat Tuncel û Bulent Parmaksiz di danişînê de amade bûn. Dîlek Yagli jî ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Di heman demê de parêzerên girtiyan jî amade bûn.   ‘HÛN TU CARÎ NIKARIN ME BI DABEŞKARIYÊ BIDARIZÎNIN’    Parastina Parmaksiz di roja çaremîn de dom kir. Parmaksiz, got ku bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya welat” tên sûcdarkirin û ev tişt anî ziman: “Hûn dê tu carî nikarin me bi dabeşkariyê bidarizînin. Hûn dê bên darizandin. Hûn vê xakê bi wê zîhniyeta xwe parçe parçe dikin. Hemû kes dibîne bê ka kî dike yek kî ji hev dabeş dike. Kurd hewl didin bikin yek. Lê hûn dabeşkar in, dema dibêjim hûn qala rêveberan dikim. Di xeta sosyalîst de parçekirin tune ye lê yekkirin heye.    VAYE HÛN EV IN   Di wesayîta Serokê Şaxa Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Şehîd û Gaziyên Qehremanên Têkoşîna li Dijî Terorê û Wezîfeyê ya Amedê Şahîn Aslan de 50 kg esrar hatiye girtin. Vaye hûn ev in. Rastî ev e. Lê binêrin, Cengîz Holdînê li Londonê kolan kiriye. Her wiha di navbera kesê li ser serê Ulker Holdîngê û Rahmî Koç de axaftinek hebû. Rahmî Koç pirsa; ‘Mûrat Beg we li derveyî welat gelek kar kir. Gelo hûn dê biçin derveyî welat?” Lê ew dibêje wî li derveyî welat gelek kar kirye lê dê hêj li van deveran be. Ma hezkirina ji welat ev e?Welatparêzên rast em in.    WELAT DIFIROŞIN HER KESÎ   Ji bo tiştên kesên ku neteweperestiyê difiroşin dikin nîşan bidim dixwazim van bibêjim; di nava 22 salan de tevahiya daneheviyên welêt firotin tekelên hundir û derve. Dahata ji xwemalîkirinê di nava 22 salan de bû 71 milyar dolar. Baş e lê ev pereye li ku ye? Bi rastî jî ev gel wisa bawer dike ku rêveberên vî welatî welatparêz in. Serdema cahiliyê li vî welat heye û gel tu tiştekî nabîne. Baş e lê di vê rewşê de dê kî li gel xwedî derkeve? Hûn nahêlin em xwedî lê derkevin. Wê demê hûn bi xwe xwedî lê derkevin. Ma ne heyva welat e. Welat, difiroşin her kesî. We TELEKOM, TUPRAŞ firotin, we febrîqeyên gubreyî firotin. Bendergeh tên firotin. Bendergehan difiroşin û tiryakê tînin welat. Bi rastî jî dilê mirov diêşe. Ka herin karê xwe û çi neteweperweriyê nefiroşin me. Welat tê firotin. Em welatparêz in. We xwîna vî gelî, kedkaran mêt. We her tiştekî me firot. We her tiştê xwe firot. We namûsa xwe firot. Îcar bêyî ku şerm bikin tên di keştiyên balafiran de pozan didin.”    Şandeya dadgehê navber da danişînê.