Cîgirê serokê AKP’î ji ber bertîlê hate binçavkirin 2023-11-02 13:17:11   AMED - Huseyîn Beyoglû yê AKP’î ji hêla YSK’ê ve li Şaredariya Rezanê hatibû tayînkirin. Cîgirê Beyoglû, Siddik Aycil ji ber bertîlê hate binçavkirin.    Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Huseyîn Beyoglû yê AKP’î li Şaredariya Rezan a Amedê tayîn kiribû. Cîgirê Beyoglû di encama operasyona bertîlê de hate binçavkirin. Midûrê Îmarê yê Şaredariya Rezanê Firat Kiliç dema ji bo destûra îmarê ji karsazekî “bertîl” werdigirt, li ser sûc hate girtin. Kiliç hate binçavkirin û lêpirsîn hate berfirehkirin. Her wiha Siddik Aycil ê ku Beyoglû yê AKP’î girtibû kar jî hate binçavkirin.    Hat zanîn ku Aycil, biraziyê hevjîna Beyoglû, Durdane Beyoglû ye û dema li Midûriyeta Tenduristiyê ya Amedê weke teknîsyenê tipa lezgîn dixebitî, wek Midûrê Nivîsgeha Taybet ê şaredariyê hatiye peywirdarkirin. Aycil, herî dawî bûbû cîgirê şaredar û ji midûriyetên Îmar û Bajarvaniyê, Kontrolkirina Avahiyan, Lijneya Teftîşê û midûriyetên Çand û Karên Civakî.