Ji bo tevlibûna doza Esra Y. banga tevlibûnê hate kirin 2023-11-02 12:34:39   COLEMÊRG - Di sala 2016’an de li Şemzînanê destdirêjî li zaroka bi navê Esra Y. hatibû kirin û Y. întîhar kiribû. Danişîna 3 faîlên tecawizê sibe dê bê lidarxistin. Parêzerên dosyayê, nûnerên partiyên siyasî û aktîvîstên mafên mirovan ji bo tevlibûna dozê bang kirin.    Kesên bi navên Veysî, Zahîr û Nîhat Yilmaz di 27’ê gulana 2016’an de li gundekî girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi awayekî sîstematîk destdirêjî li zaroka 11 salî Esra Y. kiribûn. Zarokê, tiştên lê hatine kirin bi xizmên xwe re parve kir û her sê faîl hatin girtin. Doz, li Dadgeha Cezayên Giran a Geverê hate lidarxistin. Cuda cuda li her faîlekî ji ber sûcên “îstîsmara zayendî” û “Kes ji azadiya xwe bêpar hiştiye” 42 sal cezayê hefsê hate birîn. Faîlan, li Dadgeha Îstînafê ya Herêmê îtîraz kirin û cezayê hatiye dayîn ji hêla usûlê ve hate xerakirin û biryar hate dayîn ku doz jinûve were lidarxistin. Lê belê faîl, 8 meh piştî girtinê bi îdiaya “delîl kêm in” hatin tehliyekirin. 11 roj piştî tehliyeyan jî Esra Y. întîhar kir û jiyana xwe ji dest da.    10’emîn danişîna dozê dê di 3’yê mijdarê de li Dadgeha Cezayên Giran a Geverê were lidarxistin. Beriya danişînê, parêzera dozê Nukeyf Onursal, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Geverê Şoreş Dîrî û Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê Sîbel Çapraz banga xwedîderketina li dozê kirin.    ‘DIVÊ DOZ WERE ŞOPANDIN’   Hevserokê HDP’a Geverê Şoreş Dîrî got ku destên qirêjî yên dirêjî bedena Esra Y. bûn hêza xwe ji feraseta îktîdarê digirin û ev tişt anî ziman: “Divê hemû kurd, demokrat û jin doza Esrayê bişopînin. Yên ku parêzkariya gumandarên tecawizê dikin jî dê heta hetayê ji xwe şerm bikin.” Hevseroka Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz jî destnîşan kir ku doza Esra Y. ji bo dozên îstîsmara zayendî yên li herêmê dê bibe mînakek û ev bang kir: “Tevî delîlên şênber û şahidan jî faîl ev 7 sal in serbest in. Hêvîdarim di vê danişînê de daraz li cem mexdûran cih bigire.”    BANG LI RÊXISTINÊN MAFÊN MIROVAN KIR    Parêzera malbata Esra Y. Nukeyf Onursal jî diyar kir ku tevlibûna dozeke wiha dê bandoreke mezin li ser encamê bike û bang li hemû parêzer û rêxistinên mafên mirovan kir ku tev li danişînê bibin.