Kocakaya ku piştevanî dabû Ozgur Gundemê hate girtin 2023-11-02 11:37:29   STENBOL - Nivîskar Dilşah Kocakaya ji bo piştevaniya bi rojnameya Ozgur Gundemê re gotarek nivîsandibû û derheqê wê de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" doz hatibû vekirin. Kocakaya hate girtin.    Rojnameya Ozgur Gundemê bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin. Nivîskar Dilşah Kocakaya jî ji bo piştevaniyê rojnameyê re di rûpela forumê ya rojnameyê de gotarek nivîsand. Ji ber gotarê, derheqê Kocakaya de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" doz hatibû vekirin û salek û 3 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn. Cezayê Kocakaya di 21'ê tîrmehê de ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin. Kocakaya duh li Edîrneyê hate binçavkirin. Kocakaya ku birin Midûriyeta Emniyetê ya Edîrneyê, piştre derbasî edliyeyê hate kirin û hate girtin.    Heta niha jî tu agahî bi malbata Kocakaya re nehatine parvekirin bê ka birine kîjan girtîgehê.