Ji şandeya vekişîn şopand re cezayê hefsê hate birîn 2023-11-02 11:34:25   WAN - Li 9 kesên di nav şandeya pêvajoya vekişîna endamên HPG’ê şopandin cih digirtin de di navbera 6 sal û 3 mehan û 7 sal û 6 mehan de cezayên hefsê hatin birîn.    9 endamên şandeya ku piştî vekişîna endamên HPG’ê ya di “pêvajoya diyalogê” ya di navbera salên 2013 û 2015’an de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hatibû destpêkirin de cih girtibûn bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” negirtî dihatin darizandin. Di danişîna biryarê ya doza li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hate lidarxistin de tenê parêzerên kesên tên darizandin amade bûn. Dadgehê li 9 kesên ku di 3’yê hezîrana 2022’yan de li Wanê hatin girtin û di 20’ê îlona heman salê de hatin berdan di navbera 6 sal û 3 meh û 7 sal û 3 mehan cezayê hefsê birî.    WÊNEYÊ BERIYA 9 SALAN    Di danişînê de dozgerê ku mutalaya xwe pêşkeş kir, wêneyê ku şandeyê di sala 2013’an de bi endamên HPG’yiyên ku dema vekişînê de li gund rast hatin re kişandine kir hinceta cezakirinê û îdia kir ku têkiliya şandeyê bi endamên rêxistinê re heye.    Dadgehê piştî parastina parêzeran biryara xwe aşkere kir. Dadgehê li Abdulkerîm Dûrmaz, Harûn Okay û Atîlla Kûmlî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh; bi heman îdiayê li Behîce Abî, Evîn Keskîn, Omer Işik, Salîh Îpek, Yakûp Aslan û Yilmaz Berkî 6 sal û 3 meh cezayê hefsê birî.    Hate zanîn ku parêzer dê piştî biryara bi hincet îtîrazê bikin.