Di hevdîtinên bûdçeyê de nîqaşa li ser ‘dijminatiya li kurdan’ 2023-10-26 15:13:11   ENQERE - Di hevdîtinên bûdçeyê de li ser “Dijminatiya li kurdan” nîqaş derket. Parlamenterê HEDEP’ê Sezaî TEmellî got ku bûdçeya 2024’an “Bûdçeya şer, bêedaletî û ewlehîperstiyê” ye û wiha got: “Hûn hewl didin xwe bi dijminatiya li dijî kurdan xweyî bikin û aboriyê sererast bikin.”    Hevdîtinên têkildarî bûdçeya sala 2024’an li Komîsyona Plan û Bûdçeyê ya Meclisê berdewam in. Berdevkê Komîsyonê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Sezaî Temellî mafê axaftinê girt û got ku bûdçe ne li gorî pêdiviyên civakê lê li gorî daxwazên sermayedaran tê amadekirin.    Temellî, diyar kir ku bûdçe ji feraeteke demokratîk dûr e û ev tişt anî ziman: “Divê jiholêrakirina newekhevî û bêedaletiyê armanca esasî be lê ev bûdçeye ji feraseteke demokratîk dûr e.” Bi domdarî Temellî diyar kir ku bûdçe, di heman demê de “bûdçeya şer e û ev nirxandin kir: “Ev yek nîşan dide bê ka aborî çima di vê rewşê de ye. Li holê bêîstîqrariyek heye. Wezîrê darayî qala îstîqrarê dike lê bûdçeya we tenê bêîstîqrariyê diafirîne. Ev bûdçe çima li kêmiyê dide? Ji ber para ji bo ewlehiyê tê veqetandin. Bûdçeya parastinê jî hema hema bi qasî ya Wezareta Perwerdeya Neteweyî ye. Ev nayê qebûlkirin.”   ‘DIJMINATIYA LI KURDAN’   Temellî, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sedema bingehîn a krîz aborî, bûdçeya şer e. Anku hûn hewl hebûna xwe bi dijminatiya li kurdan bidomînin, vê dijminatiyê mayînde dikin û hewl didin aboriyê sererast bikin.” Endamên AKP-MHP’ê bertek nîşanî vê gotinê dan. Lê Temellî, tespîta xwe ya “dijminatiya li kurdan” domand.    Parlamentera HEDEP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî bi bîr xist ku Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî keçeke êzidî radestî malbeteke DAIŞ’î kiriye ku heman malbatê ew revandibû, anîbû Tirkiyeyê û li ser dark web’ê “dabû ber firotinê.” Koçyîgît, got: “Here ji wezareta xwe bipirse. Here jê bipirse bê ka çima radestî DAIŞ’iyî kiriye.”    JI BO PIRSGIRÊKA KURD PÊŞENIYARA ‘ÇARESERIYA AŞTIYANE’    Temellî, axaftina xwe wiha qedand: “Pirsgirêka kurd heye û dikare bi rêyên aştiyane were çareserkirin.”