Plana rantê ya erdê Girtîgeha Bûcayê hate betalkirin 2023-10-26 13:52:17   ÎZMÎR - Biryara ku ji hêla Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ve weke Qada Avahiya Rezerv a Girtîgeha Bucayê hatibû îlankirin ji aliyê 6’emîn Dadgeha Îdareyê ya Îzmîrê ve hate betalkirin.    Erdê Girtîgeha Bûcayê yê li navçeya Bûca ya Îzmîrê ku piştî erdheja 30’ê cotmeha 2020’an bi hinceta ne saxleme hate hilweşandin ji hêla Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ve weke Qada Avahiya Rezerv a Girtîgeha Bucayê hatibû îlankirin. Li dijî vê yekê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê doz vekiribû. 6’emîn Dadgeha Îdareyê ya Îzmîrê di danişîna doza hatiye lidarxistin de di çarçoveya rapora kesên pispor biryara wezaretê betal kir.