Li Biradostê êrişî wesayîtekê hate kirin 2023-10-26 10:06:31 NAVENDA NÛÇEYAN - Li herêma Biradost a navçeya Sîdekanê bi êrişeke hewayî wesayîtek hedef hate girtin.    Li gorî nûçeya Rojnewsê, balafireke dewleta tirk li gundê Dasîniye yê çiyayê Binarê Goşînê yê devera Biradost a girêdayî navçeya Sîdekanê wesayîtek bombebaran kir. Agahî nehate bidestxistin ku di encama bombebaranê de mirî an birîndar hene yan na.