Mexmûriyên di êrişa dewleta tirk de birîndar bûn: Divê cîhan vê derê jî bibîne 2023-10-26 09:52:07 NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku di êrişên hewayî yên dewleta tirk ên li dijî Wargeha Penaberan a Mexmûrê de xizmên xwe winda kirin û birîndar bûn, destnîşan kirin ku divê hestiyariya ji bo Filistînê tê nîşandan ji bo wan jî bê nîşandan.  Di şerê navbera Îsraîl û Hamasê yê di roja 20’emîn de bi hezaran sivîlên filistînî û îsraîliyan jiyana xwe ji dest dan. Serokkomarê AKP’î Erdogan, di komcivîna partiya xwe ya duh de bi gotina “Hamas ne rêxistina terorê ye komeke mucahîtan a axa xwe diparêze ye” xwedî li Hamasê derket. Bi gotinên “Ji 7’ê cotmehê ve li dijî mirovên bêguneh ên Xezeyê êrişeke herî hov a di dîrokê de pêk tîne. Hema bêje nîviyê jiyana xwe ji dest dan zarok in nivîyên din jî dayik û mezin in. Hûn di cîhanê de arteşeke ji bo zarokan bikuje bi şev û roj bajaran bombebaran dike, nexweşxaneyan û cihê bazaran bombebaran dike û êrişên xwe yên dermirovî didomîne” Îsraîl sûcdar kir.    Di heman rojên ku Îsraîla Erdogan bi van gotinan hedef nîşan dide êrişî Xezeyê dikir, dewleta tirk jî gelek caran êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û di 7 û 13’ê cotmehê de jî Wargeha Penaberan a Mexmûrê du caran bombebaran kir. Di van êrişan de gelek welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi dehan jî birîndar bûn. Di êrişa ewil a di 7’ê cotmehê de bi Balafira Bêmirov û Biçek (SÎHA) hate kirin de mizgefteke li wargehê jî hate bombebaran kirin.    Jinên mexmûrî ku di êrişên dewleta tirk de birîndar bûn û zarokên xwe winda kirin, bertek nîşandana Erdogan a ji bo tiştên li Filistînê diqewimin weke “durûtiyê” nirxandin.    ‘DEMA LI SER NIMÊJÊ BÛM BIRÎNDAR BÛM’    Zeynep Gabarî ya yek ji 3 kesên di êrişê de birîndar bû, tiştên jiyan vegotin. Gabarî, anî ziman ku di sala 1988’an de neçar mane ku ji gundê xwe yê li Şirnexê koç bikin û di encama zextên dewleta tirk de jî di sala 2003’yan de hatine Wargeha Mexmûrê. Gabarî ya anî ziman ku şûna çûyîna metropolên dewleta tirk, xwestine biçe ser axa kurdan û roja ku birîndar bû wiha vegot: “Dewleta tirk li dijî wargeha me êrişan pêk tîne. Êvara ku êriş çêbû me piştî xwarinê sifreya xwe rakir. Hêj min rekata xwe ya duyemîn a nimêjê temam nekir, dengekî zêde hat. Piştî deng ez ketim erdê û cam ketin ser min. Dû re zarokên min ez ji malê derxistin. Min ji wan re got ‘min berdin herin cihekî ewle’. Zarokên min ez birim nexweşxaneyê. Ez ji destê xwe birîndar bûbûm. Ez bilez derman kirim û destê min dirûn.” Gabarî, bi lêv kir ku yekane teseliya wan ew bû ku kêliya êrişê rastî dema şîvê hat û wiha berdewam kir: “Mala min ji cihê hate bombebaran kirin 300 mîtroyan dûr bû lê bombeyan bandor li hemû taxa me kir. Ji ber dema xwarinê bû, mirov li malên xwe bûn. Heke mirov li kolanan hebûna, dibe ku gelek kes birîndar bûbûna an jî jiyana xwe ji dest dabûna.”   ‘CÎHAN ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK NABÎNE’    Gabarî, anî ziman ku rayagiştî ya cîhanê behsa Filistîn û Xezeyê dike û got: “Em jî li vê wargehê mirovên sivîl in. Jin zarok û mirovên pîr li vê derê dijîn. Dewleta tirk her roj êriş dike. Dema wê rojê êriş hate kirin, bi dehan kesan li mizgeftê nimêj dikir û êriş li wê mizgeftê hate kirin. Mala Xwedê bombe baran dikin. Şikir ji Xwedê ku tiştek bi wan nehat. Îro tiştên ku dikin nabînin radibin li ser hin kesên din diaxivin. Dewleta tirk sivîlan dikuje, mizgeftan bombebaran dike. Dîsa li Rojava mizgeftan, nexweşxaneyan û cihên petrolan dide. Ev ne zilm e? Divê ev neyê qebûlkirin. Ne tenê li ser Filistînê divê cihên em lê dijîn jî bên rojevê û ev êriş bên rawestandin.”   ‘EM JI BER ZEXTAN ÇÛN MEXMÛRÊ’    Dîsa di êrişa dewleta tirk a bi SÎHA’yê di 17’ê cotmehê de li nêzî gundê Kanîkendî yê girêdayî navçeya Koye ya Hewlêrê de Dilovan Îşken jiyana xwe ji dest da û 3 jin jî birîndar bûn. Dayika Dilovan Îşlek Helîm Îşlek, anî ziman ku Erdogan ji aliyekî bertekê nîşanî kuştina mirovan dike li aliyê din sivîlan qetil dike û bi lêv kir ku ev yek “durûtî ye”. Îşlek, da zanîn ku ji ber zextên dewletê yên zêde bûn di sala 1991’an de hatin Mexmûrê û bigelek zehmetan zarokên xwe winda kirin.    Îşlek, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Kurê min Dilovan nîşan kirî bû. Em jî çûn cem nasekî xwe yê li Ranyayê. Ez da ji bo zarokên xwe cilên dawetê bistînin. Ji bo ku em êvarî ji Ranyayê biçin wargehê em li wesayîtê siwar bûn. Pişt re teqînek çêbû. Min li dora xwe nêrî Dilovan nebû. Min zaroka xwe ya din ji wesayîtê derxist û bir cihekî bi ewle. Ji ber difikirîm ku dibe dîsa êrişa hewayî çêbibe. Ez fikirîm ku Dilovan jî wê kêliyê çûbe cihekî ewle. Min bang li Dilovan kir lê bersiv tune bû. Dem amin li derdorê nêrî li kêleka wesayîtê di nava xwînê de bû. Min ew girt û bir nexweşxaneyê. Dema em gihiştin nexweşxaneyê hêviyeke min hebû ku bijî lê mixabin jiyana xwe ji dest dabû.”   ‘MÎT’Ê HEWL DE LI NEXWEŞXANEYÊ ÎFADE BIKE’    Îşlek, diyar kir ku dema gihiştin nexweşxaneyê hîn bûne ku rayedarên PDK’ê li nexweşxaneyê geriyane ku wesayîteke aydê PKK’ê hatiye bombekirin û birîndaran dê bînin nexweşxaneyê û wiha berdewam kir: “Dema em çûn nexweşxaneyê MÎT û îstîxbarata PDK’ê li nexweşxaneyê bû. Hatin wêneyên me kişandin, îfadeyên me wergirtin. Dixwestin me tazî bikin û kontrol bikin. Dema me bi wan re şer kir û mirov ketin navberê sekinîn.”   Îşlek, got ku “Ji bo ku em xwedî li nasnameya xwe derdikevin rastî van êrişan tên” û got: “Dewleta tirk ji ber vê yekê êriş dike. Çi ji Mexmûrê dixwazin. Em ji vê zilma dewleta tirk direvin û hatin vir lê hêj jî êriş dikin. Îro herkes xwedî li Filistînê derdikeve lê ji van deran re deng dernaxînin. Divê hemû cîhan vê derê jî bibîne.”