Gundê xwe yê hilweşiyayî bi ruhê komunal ji nû ve ava dikin 2023-10-26 09:17:24   SEMSÛR - Li gundê Kalemkaş ê bi ser bajarokê Harmanli ya navçeya Sergolanê ku ji sedî 90’ê wê di erdhejê de hilweşiya, mexdûrên erdhejê bi ruhê komunê gundê xwe yê weranbûyî û jiyana xwe ji nû ve ava dikin.   Li bajarê Semsûrê ji ber erdhejê ser û bin bû, li gorî daneyên fermî zêdeyî 11 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Li navçeya Sergolanê ya Semsûrê ku 48 kîlometre dûrî navçeya Bazarcixa Mereşê ye, nîvê Sergolanê wêran bûye. Li gorî daneyên fermî zêdeyî 409 kesan li navçeyê jiyana xwe ji dest dane. Li Sergolanê gelek gundên wêran bûne jî hene. Ji ber ku rê û dirbên gund hilweşiyabûn alîkarî negihişt gundiyan. Li gundê Kalemkaş bi ser bajaroka Harmanli ya navçeya Sergolanê ku yek ji gundên ku bi rojan alîkarî negihîştiyê ye. Xelkê gund hewl dide rojên dijwar ên ku tê re derbas dibin bi piştgiriyeke rêxistinbûyî derbas bikin   Li gundê Kalemkaşê ku ji 181 xaniyan pêk tê, 142 xanî hilweşiyan û zirareke mezin dîtin û 17 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gund welatî bi derfetên xwe gundiyên di bin xirbeyan de mabûn rizgar kirin. Li gundê Kalemkaşê ku hema bêje bi temamî hilweşiya, mexdûrên erdhejê li qada bajarê konteyneran ku lê dimînin, hewl didin rojên dijwar bi rêxistina komunal ji ser xwe biavêjin û birînên xwe bikewînin. Mexdûrên erdhejê ku li bajarê konteyneran, navendên zarok û jinan û her wiha pirtûkxane û dezgehên civakî ava kirin, li gundên xwe yên wêranbûyî jiyanê ji nû ve ava dikin.   'ME BI HELANDINA BERFÊ PÊDIVIYA AVÊ DABÎN KIR'   Keyayê gundê Kalemkaşê Cengîz Kanoglan ê ku di erdhejê de mala wî hilweşiya, diyar kir ku li gundê wan ê ku bi rojan alîkarî negihîşt wan bi derfetên xwe nêzî 90 kes ji bin kavilan rizgar kirine. Kanoglan anî ziman ku wan bi derfetên xwe konbajar ava kirine û wiha got: “Pêşî me hewl da ku pêdiviyên gel bi cih bînin. Paşê me xwarinên di bin malên wêrankirî de mabûn derxist û li xelkê belav kir da ku birçî nemînin. Ne av û ne jî ceyran hebû. Me bi helandina berfê pêdiviyên xwe avê pêk anî.”    'ME BI RÊXISTINBÛNÊ BÊHÊVÎTÎ JI HOLÊ RAKIR’    Kanoglan bi lêv kir ku wan ji bo ji nû ve avakirina jiyanê tora hevgirtinê ava kirine û wiha axivî: "Heke me wisa nekirina hê zêdetir kesan wê jiyana xwe ji dest bidana. Paşê bi konteynerên ji AFAD'ê dihatin me dest bi avakirina jiyaneke nû kir. Li qada bajarê konteyneran, me ji bo ciwanan da ku perwerdehiya xwe bidomînin navenda ciwanan ava kir. Ji bo ku gundî bi hev re bimînin me tesîseke civakî ava kir. Her wiha me pirtûkxaneyek jî ava kir. Me navenda perwerdeya zarokan û Navenda Hevgirtina Jinan ava kir. Bi Navenda Piştevaniya Jinan re me qadeke aborî ava kir ku em berhemên xwe yên herêmî lê bifroşin û hilberînin. Divê Kalemkaş ji gundên din re bibe mînak. Ev avakirin berhema rêxistinbûnê ye. Me bi rêxistinbûnê bêhêvîtî ji holê rakir."   'PÊDIVIYA ME BI PIŞTGIRIYÊ HEYE'   Kanoğlan destnîşan kir ku ji ber hê înşaeta xaniyan dest pê nekiriye ew hewl didin qadên stargeha zivistanê ava bikin û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku di konteyneran de sobe nayên bicihkirin, em li derdora konteynerê qadeke ku em dikarin sobê vêxin ava dikin. Divê em teslîmî qedera xwe nebin. Divê em li alternatîfekê bigerin. Dema ku parêzgehek di erdhejên berê de zirar dîtibû, sal derbas bûn ku mexdûrên erdhejê li malên nû bi cih bûn. Di van erdhejên ku bandor li 11 parêzgehan kir de, wê gelek sal derbas bibin ku mexdûrên erdhejê li malên nû bi cih bibin. Pêwîstî û daxwaza me ya bingehîn ew e ku em li xaniyan bi cih bibin. Lê belê heta bi cih bûna xaniyan ji bo em bikarin li vir hilberînan ava bikin pêdiviya me bi piştgiriyê jî heye."   'EM DIXWAZIN XWE BI XWE GUNDÊ XWE AVA BIKIN'   Yek ji jinên li Navenda Piştevaniya Jinan a bajarê konteynerê dixebite Bîrsen Kologlû (47) jî ku di erdhejê de xaniyê wê jî hilweşiyaye qala jiyana komunal a konteyneran kir û wiha got: “Em 13 rojan li derve li ber agir man. Kal û pîr û zarok di konên heyî de diman. Piştî ku em 6 mehan di konan de man, em derbasî konteynere bûn. Me hewl da ku bi hevgirtina kolektîf jiyanek ji nû ve ava bikin. Li Navenda Piştevaniya Jinan em dirûtin, xiftan, konserve û berhemên gundan çêdikin. Em dixwazin bi berhemên ku em çêdikin gundê xwe ji nû ve ava bikin."   MA / Mahmut Altintaş