Dayikên Aştiyê ji bo têkoşîna li dijî tecrîdê bang kirin 2023-10-25 09:26:33   ÊLIH - Dayikên Aştiyê diyar kirin ku bi tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re şer bêhtir kûr dibe û wiha gotin: “Heke tecrîd rabe dê aştî bê Rojhilata Navîn.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di encama komploya navneteweyî de di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derket û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hate kirin. Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, 25 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de ye. Hevdîtina Abdullah Ocalan a bi malbat û parêzerên wî re tê astengkirin û zêdetirî 31 meh in tu agahî jê nayên girtin. Di serdana dawî ya malbatan de careke din derket holê ku cezayê “disiplînê” lê hatiye birîn ku ev ceza êdî bi awayekî sîstematîk di meriyetê de ye.    Rewşa agahînegirtina mutleq a li Îmraliyê didome û li hêla din li her çar aliyên cîhanê dengên ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bilind dibin. Gelê kurd û dostên wan ev daxwaza xwe bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji gelê kurd re çareseriya siyasî” veguherand pêngavekê û li 74 navendan bi daxuyaniyeke hemwext da destpêkirin.    Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Êlihê piştgirî dan kampanyayê û diyar kirin ku heke Abdullah Ocalan azad bibe, dê şerê li Rojhilata Navîn bi dawî bibe.    ‘GELO MA DÊ EV ÎKTÎDAR AŞTIYÊ BIXWAZE?’   Ji Dayikên Aştiyê Şukran Akkurt anî ziman ku tecrîda girankirî ya li Îmraliyê berdewam dike û wiha got: “Ji bo ku rê li ber rijandina xwînê ya li Rojhilata Navîn were girtin û aştiyeke birûmet pêk were, divê tecrîd bi dawî bibe. Heta ku tecrîd hebe îktîdar êrişî Rojava dike, êrişî Mexmûrê dike û li her çar parçeyan êrişî kurdan dike. Êrişî her tiştekî di nava liv û tevgerê de ye dikin. Ava gel bombebaran dikin û bi milyonan kesan bêav dihêlin. Hiqûqa navneteweyî nas nakin. Îktîdareke van tiştan dike ma dê aştiyê bixwaze? Bêguman dê nexwaze. Lewma tecrîdê didomînin.”    ‘JI DESTÊ KÊ ÇI TÊ DIVÊ BIKE’   Akkurt, diyar kir ku bi milyonan kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd li qadan e û wiha domand: “Dewlet hevkar in lê gel jî ji bo birêz Ocalan li ber xwe didin. Ev têkoşîn, li her devera cîhanê belav bû. Gel, şer, rijandina xwînê û zilmê naxwazin. Rêya rizgariyê jî di birêz Ocalan de dibînin. Ji bo rakirina tecrîdê ji destê kê çi tê divê bike.”    ‘HEKE TECRÎD RABE DÊ AŞTÎ WERE’   Ji Dayikên Aştiyê Halîse Bîlîr jî da zanîn ku bi tecrîda li ser Abdullah Ocalan re şer tê domandin û ev tişt anî ziman: “Em ne şer lê aştiyê dixwazin. Heke tecrîd rabe, dê aştî were Rojhilata Navîn û dayik êdî negirîn. Bila êdî ev tecrîd bi dawî bibe.”    ‘JI BO AŞTIYÊ DIVÊ OCALAN AZAD BIBE’   Bîlîr, got ku gelên cîhanê xwedî li felsefeya Abdullah Ocalan derdikevin û axaftina xwe wiha qedand: “Hêzên navneteweyî ji bo pêşîlêgirtina vê, li hemberî tecrîda Tirkiye ferz dike bêdeng dimînin û dibin şirîk. Azadiya birêz Ocalan dê ji bo gelê kurd û gelên din aramiyê bîne. Divê her kesên li dijî şer aştiyê diparêzin, ji bo azadiya birêz Ocalan têbikoşin.”    MA / Fethî Balaman