Dengê 'Azadî ji bo Ocalan, çareserî ji bo pirsgirêka kurd' li seranserê cîhanê deng veda 2023-10-25 09:04:15   STENBOL - Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê tu xeber nayê girtin. Bêdengiya saziyên navneteweyî ya li hemberî vê bêhiqûqîtiyê jî didome. Her wiha li gel vê, li zêdetirî 100 welatan jî bi dirûşmeya "Azadî ji bo Ocalan, çareserî ji bo pirsgirêka kurd" çalakî tên lidarxistin.    Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên di Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê de 32 meh in tu xeber nayê girtinç Abdullah Ocalan herî dawî di 25'ê Adara 2021'ê de bi birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bi telefonê axivî û hevdîtin di nîvî de qut bûbû.    462 SERLÊDAN BÊ ENCAM MAN   Tecrîda li Îmraliyê ku di lîteratura hiqûqa navneteweyî de wekî "încommunîcado" derbas dibe didome, lê li gel vê hewldanên malbatan û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî didomin.   Parêzerên Buroya Hiqûqa ya Asrinê û malbat, her hefte ji bo hevdîtinê hem serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê hem jî serî li Midûriyeta Girtîgehê ya Îmraliyê didin. Ji 25'ê Adara 2021'ê ku herî dawî di vê demê de bi rêya telefonê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re hat kirin, heya niha parêzeran 31 caran serî li Girtîgeha Îmraliyê û malbatan jî 141 caran serlêdan kiriye. Lê belê hemû serlêdan an bbersiv hatin hiştin an jî bi "cezayên dîsîplînê" yên bên hincet hatin astengkirin.    'CEZAYÊ DISIPLÎNÊ' YÊ NÛ   Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo malbata Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên di Girtîgeha Îmraliyê de hevdîtinê bikin, herî dawî di 10'ê cotmehê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan. Di serlêdanê de hat wxestin ku hevdîtina bi malbatan re pêk bê û ger hebe "cezayekî dîsiplînê" yê nû mînaka dosyeya lêpirsînê bê dayîn û ger "cezayekî dîsiplînê" hebe bila bê betalkirin.    Dadgeriya Înfazê di 13'ê cotmehê de bersiva serlêdana parêzeran da. Dadgeriyê diyar kir ku "cezayekî dîsiplînê" yê nû li Abdullah Ocalan û girtiyên din hatiye birîn. Lê belê nehat diyarkirin ku ev ceza kengî hatiye birîn û ji bo çi hatiye birîn.    Dadgeriyê daxwaza parêzeran a ji bo mînaka dosyeyê jî bi hinceta "dê di çapemeniyê de bê belavkirin" red kir.    SERLÊDANA LI CPT'YÊ   Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji bo Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din ên li Îmraliyê di 30'yê nîsana 2023'yan û 31'ê tîrmeha 2023'yan de serî li Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) da. Di serlêdanê de 7 daxwazên têkildarî Îmraliyê cih girtin û hat diyarkirin ku bi rêyên derhiqûqî astengkirina mafê serdanê yê parêzeran û malbatan bênavber didome. Parêzeran ji ber van sedaman CPT'yê hişyar kir ku "dibe ku sibê bi derengî bikeve" û xwestin CPT rojek berî rojekê serdana Îmraliyê bike.    ÇALAKIYÊN LI SERANSERÊ CÎHANÊ   Li gel vê bêhiqûqîtiya li Îmraliyê, ji bo Abdullah Ocalan di 10'ê cotmehê de li qada navneteweyî kampanyayek dest pê kir. Kampanya her diçe mezin dibe. Kurd û dostên wan vê kampnayaya bi dirûşmeya "Azadî ji bo Abdullah Ocalan, çareserî ji bo meseleya kurd" li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê bi daxuyaniyekê ragihandin. Bi awayekî hevwext li seranserê cîhanê li 74 navendan daxuyaniyên ji bo piştgiriya kampanyayê hatin dayîn. Di demeke kurt de li zêdetirî 100 welatan çalakî hatin lidarxistin û di van çalakiyan de doza azadiya Ocalan û çareserkirina meseleya kurd hat kirin.    MA / Ergîn Çaglar