Li Semsûrê mexdûrên erdhejê vê zivistanê jî bê cih û war in 2023-10-25 09:00:47   SEMSÛR - Li Semsûrê ji ber ku çêkirina xaniyan hê neqediyaye mexdûrên erdhejê wê vê zivistanê jî bê cih û war bimînin û derbas bikin. Mexdûrên erdhejê ku di konteyneran de dimînin xwestin ku pêdiviya wan a xaniyan demildest bê çareserkirin.     Li gorî daneyên fermî, li Semsûrê ku yek ji bajarên ku herî zêde di erdhejan de wêran bûye, zêdeyî 11 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û 5 hezar û 953 avahî hilweşiyane. Li Semsûrê ku der barê 20 hezar avahiyên de biryara hilweşandinê hatiyê dayîn, pirsgirêka herî mezin a mexdûrên erdhejê xanî ne. Li navenda Semsûrê ku piştî erdhejê bi hezaran mexdûrên erdhejê bê mal man, li 20 noqteyên navendê bajarê konteyniran hat avakirin, bi tevahî 13 hezar û 726 konteynir hatin danîn. Beşek ji mexdûrên erdhejê li bajarên konteyniran ên ku li 20 cihan in, hinek jî li bajarên konteynirê yên ku ji aliyê dilxwazan ve hatine avakirin de dimînin. Gelek mexdûrên erdhejê di konteynerên ku bi derfetên xwe peyda kirine an jî li cihên mîna kozikên ku çêkirine bi dijwariya zivistanê re rû bi rû ne.    Mexdûrên erdhejê yên li bajarên konteyneran û taxan di konteynerên ku bi derfetên xwe peyda kirine de dimînin, pirsgirêkên ku di konteyneran de dîtine vegotin û xwestin ku di zûtirîn dem de pêdiviyên wan a xaniyan bê bê çareserkirin.    'BI FIKAR IM'   Mexdûrê erdhejê Gok Kaya (28) ku bi diya xwe re di konteynirê de dimîne diyar kir ku di erdhejê de xaniyê wan gelek zirar dîtiye û wiha got: “Em heta hezîranê di konê ku li ber mala xwe vedane de man. Em ji meha Hezîranê ve di konteynerê de ne. Hindirê konteyneran pir piçûk e û dûrahiya di navbera konteyniran de kêm e, ji ber vê yekê cîhê taybetî yê mirov tê sînordar kirin. Destpê kir baran. Hêj konteynera me av wernegirtiye, lê konteynerên derdorê av wergirtine. Em ê bi îmkanên xwe ve konteynirê bi banek an jî kon veşêrin da ku av neçe. Di zivistanê de konteynir dê dijwar be. Xaniyên bên çêkirin an kengî bên çêkirin an jî bê dayin ez bi fikarim. Em pêşiya xwe nabînin. Em dixwazin di zûtirîn dem de ji nû ve avakirina bajarê me bi dawî bibe. Diya min pîr bûye, meha zivistanê ya sar nêzîk dibe. Daxwaza min tenê ew e ku di zûtirîn dem de pêwîstiyên me yên xaniyan bên bicihanîn."   'DI KONTEYNIR DE ZIVISTAN WÊ DIJWAR BE'   Mexdûrê erdhejê Hamza Aslan (65) ê ku bi hevjîna xwe re di konteynereke ku bi derfetên xwe kirî de dijî, destnîşan kir ku di erdhejê de mala wan hilweşiyaye û hevjîn û zarokek wî di bin xirbeyan de mane. Aslan bi lêv kir ku di sibeha erdhejê de hevjîn û kurê xwe bi derfetên xwe ji bin xirbeyan rizgar kirine û got: “Em çend rojan di wê sermayê de li derve man, piştre em di konekî de man û piştî demekê em derbasî konteynerê bûn. Di erdhejê de gelek xizmên me jiyana xwe ji dest dan. Hevjîna min nexweşiya pençeşêrê ye û nexweşiya şekir bi min re heye, ji ber vê yekê wê zivistanê mayîna di konteynerê de dijwar be. Pêwîste di zûtirîn dem de xanî bên çêkirin û ji bo mexdûrên erdhejê bên dayîn."   'DAXWAZA ME TENÊ MAL E'   Mexdûrê erdhejê Mehmet Turan (51) ê ku bi hevjîna xwe re di konteynera ku ji aliyê şaredariyê ve hatiye avakirin de dimîne, diyar kir ku ev mehek e di konteynerê de dijîn û wiha got: “Mala me hilweşiya û em di bin xirbeyan de man. Em 8 saetan di bin xirbeyan de bûn. Baş e ku em tu em kes tiştek nebûn. Piştî demekê di kon de man, piştrê jî em di vê konteynerê de bi cih bûn. Di konteyniran de dolab tune, hundirê konteynerê vala ye. Ev konteynir ji bo zivistanê ne guncaw in. Lavabok xelet in û her tim av li dora wan diherike. Daxwaza me tenê ew e ku di zûtirîn dem de bibin xwedî mal."   MA / Mahmut Altintaş