ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2023'YAN 2023-10-25 09:00:01   * Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê tu xeber nayê girtin. Bêdengiya saziyên navneteweyî ya li hemberî vê bêhiûqîtiyê jî didome. Her wiha li gel vê, li zêdetirî 100 welatan jî bi dirûşmeya "Azadî ji bo Ocalan, çareserî ji bo pirsgirêka kurd" çalakî tên lidarxistin.    * Nûnerên Rêveberiya Xweser a Şengalê anîn ziman ku destpêkirina hemleya azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan girînge û gotin: “Desthilatdar ji fikrên birêz Ocalan ditirsin. Azadiya birêz Ocalan çareseriya hemû pirsgirêkên navnetewî ye.”    * Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku mal û milkên şaredariyê parsêl parsêl difiroşe, bi krediyan herî kêm 3 milyar deyn xistiye stuyê şaredariyê.    * Kamber Yildiz, birayê Necla Yildiz a di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de ku berdana wê hat astengkirin, anî ziman ku bi van pêkanînan jin hedef tên girtin.    * Berdevkê Hewldana 78'an Celalettîn Can ê girtî, anî ziman ku li girtîgehê pergala tecrîdê tê sepandin û got ku bi taybetî jiyana girtiyên nexweş di xetereyê de ye.    * Li Semsûrê ji ber ku çêkirina xaniyan hê neqediyaye mexdûrên erdhejê wê vê zivistanê jî bê cih û war bimînin û derbas bikin. Mexdûrên erdhejê ku di konteyneran de dimînin xwestin ku pêdiviya wan a xaniyan demildest bê çareserkirin.     * Waliyê Şirnexê bi parlamenter, qeyûm û rêveberên AKP’ê re gund bi gund digere û xebatên hilbijartinê dimeşîne. Parlamentera HEDEP’ê Newroz Uysal bertek nîşan da û got: “Walî, weke rêveberê AKP’ê tevdigere. Em vê qebûl nakin û qanûn jî rê nadin vê.”    * Rojnamevan Cahît Mervan ê rewşa “Rojhilata Navîn” şiband “tuneleke tarî”, got ku “Di dawiya tunelê de tunebûn jî azadbûn jî heye” û diyar kir ku pirsgirêka Îsraîl û Filistînê dikare bi esas girtina modella Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê çareserkirin.    * Dayikên Aştiyê diyar kirin ku bi tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re şer bêhtir kûr dibe û wiha gotin: “Heke tecrîd rabe dê aştî bê Rojhilata Navîn.”   * Danişîna doza bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji dosyaya Komeleya Jinan a Rosayê derbarê parlamentera HEDEP’ê Adalet Kaya de hatiye vekirin dê li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)   * Danişîna doza rojnamevan Berîtan Canozer bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” jê tê darizandin dê li Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)   * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê bê lidarxistin. (10.00)   * Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê û Fûarvaniya Eylulê dê lansmana “Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê” ku di navbera 16 û 24’ê kanûnê de pêk bê li Cemiyeta Rojnamevanan a Başurrojhilat bê lidarxistin. (11.30)   * Şaxa ÎHD’a Enqereyê dê rapora xwe ya 3 mehan ku têkildarî Girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn amede kiriye li avahiya xwe bi civîneke çapemeniyê aşkere bike. (12.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê rapora xwe ya 3 mehan têkildarî girtîgehên li Herêma Marmarayê dê aşkere bike. (14.00)   * Platforma Demokrasiyê ya Narlidereya Îzmîrê dê têkildarî şerê û pevçûnên li Rojhilata Navîn didomin li ber Polîklînîka Semt a Narlidereyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (18.00)