Rewşenbîr û nivîskar: Weke her gel û miletekî mafê kurdan jî heye ku rojgara xwe diyar bike 2023-10-24 19:44:19   ENQERE - Rewşenbîr û nivîskaran li dijî gotinên ku di çapemeniyê de li dijî kurdan û daxwazên wan hatin bikaranînn gotin, "Weke her gel û miletekî li rûzemînê, heq û mafê Kurdan jî heye ku rojgara (qeder) xwe dîyar bike" û xwestin ku Levent Gultekîn û kesên wekî wî axivîne lêborînê bixwazin.    Rewşenbîr û nivîskaramn li dijî daxuyaniyên ku gelê kurd û daxwazên gelê kurd hedef girtine bi nivîskî daxuyaniyek belav kirin.    Daxuyanî bi vî awayî ye:    "Di van rojên dawî de, li ser tora medya civakî, ji layê kesên dîroknezan û civaknenas ve gelek qal û pirsên li dijberê gelê me yê mazlûm ku tawanbarî û îthamkariyê dihêwirînin tên kirin. Li dijberî van qal û gotinên pûç û îthamkar, ferze ku em weke demokrat, nivîskar û rewşenbîrên vî gelî heqê xwe yê bersivdayînê bikarbînin.   Gelê Kurd, tevî dîrok û kelepora xwe ya kevnar û bi hezaran salan, felît û çalakvanên axa Mezopotamya û Kurdistanêne. Bêguman weke her gel û miletekî li rûzemînê, heq û mafê Kurdan jî heye ku rojgara (qeder) xwe dîyar bike. Belê ew mafê gele Kurd ku him rewaye û him jî weke şîrê berê diya wan lê helale, bi egera berjewendiya welatên dagirker hatiye taloq û binpêkirin, lewre ew pirsgirêk bê ku bête çareserkirin heta roja me hatiye.    Daxwazên kurdan ên weke Serbixwetî, Federesyon, Xweserî û Xweseriya Demikratîk ji layê bervêdararan (muhatap) ve bêbersiv mane. Ji bilî vê yekê daxwezên ew xelê mazlûm ên maqul, weke perwerdeya bi zimanê zikmakî û hwd. Jî ji aliyê hinkesên ku xwe weke rojnamevan, rewşenbîr û hwd. Bi raya giştî didin nasîn ve bi awayekî bêhed têne nirxandin û rexne kirin!   Em weke raya giştî ya kurdan, nêzîbûnên bi vî şeklî û nirxandinên bi vî tewrî qebul nakin û ji bo gelê xwe, daxweza lêborînên wan kesan dikin.  Em di wê baweriyê de ne ku, derdorên demokrat, rewşenbîrên Tirk ku em wan ji xwe re weke dost dibînin jî bi vê pejnebariyê, van raman û boçûnan parve dikin. Dema gotin tê ser maf û daxwezên Kurdan, ew kesên ku xwe kor, ker, lal û gêj dikin, bêguman demokratên qelp in.    Em weke kesên ku destnîşana (îmze) wan li jêrin, kesên weke Levent Gultekîn ku xwe li ser tora civakî, li ser navê rojnemevanî û rewşenbîriyê bazar dikin şermezar dikin…"   ÎMZEKAR    Adil Ercan/Qazî, Ahmet Çelik, Ahmet Gültekin, Arzu Savaş Derman, Aydın Alp, Bahadin Robar, Bedel Boseli, Behîce Dinçer, Birgül Özgül, Cemal Babaoğlu, Çiya Andok, Dîba Keskin, Dilara Kılıckıran Aktaş, Eyüp Güven, Fatma Taşli Tunç, Ferat Boğatekin, Hacı Özkal, Hamdiye Bilek Turgay, Herdem Merwanî, Heval Dilbahar, İsmail Aktaş, Jîn Aryen, Mahmut Alınak, Masûm Xemgîn, Mazîçîne, Mehmet Kabadayı, Mehmet Nuri Güneş, Mehmet Öncü, Mehmet Sait Arzu, Mehmet Veli Karadeniz, Mehmet Yardımcı, Mevlüt Aykoç, Murat İpek, Nurcan Delîl, Raney Sayılır, Rêdûr Dîjle, Roza Metîna, Sabahattin Halli, Sultan Yaray, Yunus Karakoyun, Zekiye Ayota Alokmen, Zinet Dinçer, Ziya Şekir.