Hevseroka HDP’a Mûşê hate berdan 2023-10-24 13:32:06     MÛŞ - Hevseroka HDP’a Mûşê Bermal Nergîz ku hatibû binçavkirin hate berdan.    Polîsan duh bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” bi ser mala Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Bermal Nergîz de girtin û binçav kirin.    Piştî karûbarên îfadegirtinê yên li emniyetê, Nergîz îro sewqî edliyeyê hate kirin. Îfadeyê Nergîz ê li dozgeriyê hate girtin û sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hate kirin. Nergîz, hate berdan.