Li çoltera Licê operasyon û şer diqewime 2023-10-24 12:05:23 AMED - Hat zanîn ku li çoltera navçeya Licê piştî operasyonê dengên çekan hatiye.    Di saetên şeve de li çolterên gundên Cofitnê, Bêşişt û Dareqolê yên bi ser navçeya Licê ya Amedê ve operasyona leşkerî hat destpêkirin. Hat ragihandin ku piştî operasyonê li herêma operasyonê dengên çekan hatiye. Hat diyarkirin ku bi deverên operasyonê ji hêla helîkopteran ve tê bombebarankirin û operasyon didome.