Hatimogûllari gazî AKP’ê kir: Çekdarên xwe ji Rojava derbixin 2023-10-24 12:47:22     ENQERE - Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatimogûllari bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojava da û got: “Em carek din ji desthilatdariya AKP’ê û vê rejîmê re dibêjin; demildest hemû çekdarên xwe ji axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derxin.”   Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatimogûllari di Civîna Koma xwe ya Meclisê de mijarên di rojevê de nirxand. Hatimogûllari destpêkê behsa kongreya partiya xwe kir ku navê partiya xwe guherandine û got ew partiya xwe HEDEP’ê li tevahiya gelên Tirkiyeyê yê bindest û keda wan tê xwarin pîroz dikin. Hatimogûllari spasiya her kesê ku beşdarî kongreya wan bûne kir.    Hatimogûllari da zanîn ku wan heta roja îro gelek bedel dane û xwe gihandine vê merhaleye û heta dawî wê li têkoşîna hevrêyên xwe, cangoriyên xwe derkevin û ala têkoşîna wan hildin.    ‘MISILMANÊN TIRKIYEYÊ DIXAPÎNIN’    Hatimogûllari axaftina xwe wiha domand: “Desthilatdariya Tirkiyeyê salên dirêje ku dibêje doza Filistînê doza min e. Lê tu gotinek wan ne rast e. Mixabin ev desthilatdarî bi dilek rast ne li cem gelê Filistînê yê mezlûm e. Tenê dixwaze bi van gotin û daxuyaniyan gelê Tirkiyeyê tatmîn bike û xwe li ba gel şîrîn nîşan bide. Mîna ku li cem Filistînê bin hêsirên çavan dibarînin lê belê ew ne ji dil in. Hûn nikarin li cem gelê Filistînê cih bigirin. AKP heta duh pêr jî li gel Îsraîlê peymanên leşkerî pêk dianî. Niha jî rabûye dij derdikeve. Hûn tenê dikarin misilmanên li Tirkiyeyê bixapînin.   HETA KU DENGÊ ŞER TÊK DIÇE    Em li vir wek HDP’ê caredk din dibêjin; em li cem gelê mezlûm ê Filistînê ne û ji bo gelê gelê mezlûm ê Filistînê pêwîst be em amade ne. Em gazî hemû raya giştî ya cîhanê û aliyan dikin; êrişên li ser Filistînê rawestînin û bila dawî li kuştina sivîlan were û divê her kes ji bo vê seferber bibe. Em ê her li dijî rejîm û ferasetên şer terefê xwe yê aştiyê biparêzin. Em ê ê bi aştiyê bersiva şer bidin. Heta ku dengê şer têk diçe em ê aştiyê qîr bikin.    DIXWAZIN DEMOGRAFIYÊ BIGUHERÎNIN    Belê, gelê me yê hêja; di saetên ku em behsa doza Filistînê dikin, di heman demê de Rojava jî tê bombekirin. Ji 1’ê Cotmehê û vir ve li Rojava ango Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bomberan dihat kirin. Nexweşxane, stasyonên sotemeniyê û dibistan dihatin bombebarankirin. Dîsa 5 milyon kurd, sivîl û gelên din ên li wir dijîn di bin bombebaranê de ne. Hikûmeta AKP'ê dibêje 'Em li Filistînê aştiyê pêk bînin', lê belê ev hikûmet ji sala 2011'an û vir ve heman tiştên ku Îsraîl anî serê gelê Filistînê li wan jî anî serê kurdan. Ew erd têne bombebaran kirin. Çawa ku li Xezeyê tê xwestin ku ew ax bên valakirin, çawa ku dixwazin Filistîniyan bişînin Nîvgirava Sîna an jî Çola Negevê, niha jî hikûmeta AKP’ê dixwaze gelê kurd ên li Efrînê ji wir derxe, bi zorê li wan dike, wan koçber dike û yên ku koç nekirin jî qetil dikin. Û bi guhertina demografî li Rojava dixwazin cîranên me, gelê kurd ku xelkê wê deverê ên qedîm û gelên din ji wê erdnîgariyê derbixin û mixabin li şûna wan alîgirên xwe bi cih dikin û demografiyê diguherînin. Hûn dizanin çima 5 milyon penaber hatin Tirkiyê? AKP çima ji vê re derî vekir? Bawer bikin, ne ji ber ku ji penaberan hez dikir, lê ji ber ku statûya penaberiyê wek amûr bikar bîne, ev siyaset şopand û projeya wê ya herî mezin a niha ew e ku guhertineke mezin a demografîk pêk bîne. Dixwazin xelkê li vir bi cih bike û li wir bi cih bike û herêmê ji kurdan paqij bike. Li vir em careke din dibêjin, destên xwe ji ser axa Sûriyê rakin.   ÇEKDARÊN XWE VEKIŞÎNIN    Em carek din gazî desthilatdariya AKP’ê û vê rejîmê dikin; demildest çekdarên xwe ji axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekişînin û derxin. Pirsgirêka kurd li benda çareseriya aştiyane û demokratîk e. Lê pirsgirêk didome. Heke ku hûn dibêjin em ê aştiyê bibin Filistînê, Libya û welatek din  ê Rojhilata Navîn, naxêr ewilî aştiyê bînin welat û ser axa xwe û li vir tesis bikin. Ewilî pirsgirêka kurd a ku birîna me ya kûr e çareser bikin û wê çaxê belkî hûn bibin mînak. Dema hûn bêjin em aştiyê dixwazin bila gelên din ên herêmê we micid li ber çavan bigire. Em carek din dibêjin ji bilî rêbazên demokratîk û aştiyane yên çareserkirina pirsgirêka kurd tu rêyek û çareyek me din nîne. Çareserkirina pirsgirêka kurd dikare bibe modelek bingehîn. Werin em hemû bi hev re xwedî li aştiya Tirkiyeyê derbikevin û em li welatê xwe tesis bikin û vê herikandina xwînê tev bi hev re bisekinînin.”