Pirtûka girtî Kaya bi xwe nivîsandî bi hinceta ‘fikaredar e’ nadinê 2023-10-24 10:24:01 MÊRSÎN - Erhan Kaya 28 sal in girtî ye û pirtûka wî ya bi navê “Rojnivîskên girtîgehê yên girtiyekî siyasî” bi hinceta “fikaredar e” nadinê.    Girtiyê siyasî Erhan Kaya (53) li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa T a Kayseriyê tê ragirtin. Pirtûka Kaya ya bi navê “Rojnivîskên girtîgehê yên girtiyekî siyasî” bi hinceta “Di pirtûkê tê gotin ku peywirdarên girtîgehê heqaret û îşkence li girtiyan kiriye” jê re nayê dayîn.    Kaya, di sala 1995’an de li Erziromê hate binçavkirin, li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) hate darizandin û bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê lê hate birîn. Kaya, ev 28 sal in di girtîgehê de ye û li gorî rêzê li girtîgehên Erzirom, Tekîrdag, Edîrne û herî dawî jî li Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê tê ragirtin.    Pirtûka Kaya ya bi navê “Rojnivîska girtîgehê ya girtiyekî siyasî” ku di gulana sala 2022’yan de ji weşanên J&J’ê derçû û 10 salên ewil ên girtîgeha Erziromê vedibêje, li ser biryara Serokatiya Lijneya Perwerdeyê ya Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa T a Kayseriyê jê re nehate dayîn.    ‘FIKAREDAR' HATE DÎTIN    Di hinceta biryarê de wiha hate gotin: “Di pirtûkê de tê gotin ku rayedarên girtîgehê heqaret û îşkence li girtiyan kiriye, cih daye sepanên girtîgeha lê hatiye ragirtin û grevên birçîbûnê yên ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine lidarxistin, pesnê Abdullah Ocalan hatiye dayîn...” Di biryarê de hat destnîşankirin ku ji ber gotinên derheqê Abdullah Ocalan de, pirtûk “fikaredar” hatiye qebûlkirin.    Di biryarê de hat gotin ku 3 pirtûkên ji Kaya re hatine şandin dê li depoya emanetê were parastin, yek jê dê were zêdekirin û radestî Dosyaya Biryarê ya Lijneya Perwerdeyê were kirin.    'PIRTÛK DI BIN ÇAVDÊRIYA GIRTÎGEHÊ DE HATE ÇAPKIRIN’   Xalê Kaya, Tuncay Yuksel bertek nîşanî rewşê da û wiha got: “Ev pirtûk li girtîgehê hate nivîsandin û di bin çavdêriya wan de ji derve re hate şandin. Pirtûka ku bandrola TC’ê li ser heye çima niha bi hinceta ‘fikaredar e’ nayê dayîn? Bi salaye li ser girtiyên siyasî polîtîkayên zext û çewisandinê tên meşandin. Ev polîtîkaya çewisandinê di şexsê birêz Ocalan de li tevahiya gelê kurd tê ferzkirin. Li vê derê ew bi xwe qanûnên xwe binpê dikin. Bi awayekî derhiqûqî, pirtûka nivîskarî nivîsandî nadin wî. Em van sepanan qebûl nakin.”