Qeyûm her tiştê şaredariyê difiroşe: Şaredariyê jî bifiroşin dê nikaribin deynan bidin 2023-10-24 09:12:08 WAN - Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, beriya hilbijartinê mal û milkên şaredariyê difiroşe. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ku bertek nîşanî vê dan, bal kişandin ser texrîbata qeyûm û gotin: "Avahiya şaredariyê jî bifiroşin dê nikaribin deynan bidin."    Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin, beriya hilbijartinê mal û milkên şaredariyê difiroşe. Qeyûm, îhaleyên ji bo firotina mal û milkên şaredariyê li bîlboardan daldiqîne. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl, bertek nîşanî firotina mal û milkên şaredariyê dan û gotin ku armanca qeyûm ew e ku rêveberiya nû nikaribe tevbigere.    Endamê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Berdevkê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îsmet Tan anî ziman ku firotina xeyrîmenqûlan ên di dema qeyûmê yekem Mûrat Zorlûoglû de dest pê kir, bi destê qeyûmê dawî ve bênavber didome. Tan diyar kir ku armanca van firotinan ew e ku rêveberiya şaredariyê tevngere û got: "Qeyûm bi feraseta 'Dê HEDEP'î car din vî bajarî bi rê ve bibin. Gava bên bila di nava deynan de bimînin, di warê xizmetê de nikaribin tevbigerin. Lê mêze HEDEP'î nikarin şaredariyê bi rê ve bibin' tevdigerin û ji ber vê hemû mal û milkên şaredariyê difiroşe. Mal û milkên şaredariyê tên firotin. Ên nayên firotin jî bê bedêl dewrî saziyên din tên kirin. Ev tenê ne meseleya HEDEP'iyan e. Divê hemû rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî, komele li dijî vê rabin û dengê xwe bilind bikin. Bi taybetî çapemeniya xwecihî ya li Wanê jî di vî warî de bêdeng e."    Tan destnîşan kir ku dê di hilbijartina xwecihî ya 2024'an de careke din şaredariyê bi dest bixin û got: "Ji ber ku bi vê dizanin, ji bo şaredarî di warê civakî, çandî û aborî de tiştekî neke û ji bo dest û pêyên wê bên girêdayn, mal û milkên wê tên firotin. Ji bo nîşan bidin ku şaredarî tenê avahiyek e, tevdigerin. Şaredarîvaniya civakî, tenê ne kar û barên rê, av û qenalîzasyonê ne. Şaredariyek ger di warê tenduristî, çandî, kreş, kursên zimên û qada tenduristiyê de tiştinan bike serketî ye. Lê mixabin tekane xema feraseta qeyûm, ew e ku şaredariyê betal bike. Gava hevalên me bên, dê hemû mal û milkên şaredariyê yên hatine firotin bi rêyên qanûnî wergirin. Banga me ya di vî warî de ew e ku hemû dînamîkê bajêr û rêxistinên civaka sivîl li dijî vê rabin."    ‘ÇAVKANÎ PÊŞKÊŞÎ ALÎGIRAN TÊN KIRIN'   Berdevkê Serdemê yê Konfederasyina Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ê Wanê Mûrat Atabay jî anî ziman ku di warê rêveberiyên xwecihî de li Wanê pirsgirêkên gelekî cidî hene. Atabay destnîşan kir ku ev pirsgirêk bi rêveberiya qeyûm re zêdetir bûne û got ku qeyûm wekî karmendekî desthilata heyî û serokê partiyeke siyasî dixebite. Atabay wiha domand: "Qeyûm bi taybetî ji bo piştgiriyê bidin partiya siyasî dixebitin. Ji dêvla ku budçeya şaredariyê ji bo qada şaredariyê xerc bikin, ji bo qadên cuda xerc dikin. Ji bo cihên tu eleqeya wan bi rêveberiyên xwecihî tune re ye, gelek pere tên xerckirin. Di ser navendên ciwanan re hewl didin ciwanan di temenekî biçûk de daxilî nava pergalên bîrdozî bikin. Di ser van navendên ciwanan re pereyekî zêde tê xerckirin. Her wiha beriya her hilbijartinê, gelek mal û milkên şaredariyê tên firotin. Ên difiroşin difiroşin, ên nayên firotin jî dewrî saziyên xwe dikin. Divê çavkaniyên şaredariyê ji bo şaredariyê bên bikaranîn, ne ku pêşkêşî alîgirên xwe bikin. Rêxistinên civaka sivîl jî ji rawestandina vê talankirinê divê dengê xwe bilind bikin."    ‘DÊ NIKARIBIN DEYNÊN QEYÛM BIDIN'   Berdevkê Koordînasyona Bajêr a Wanê a Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) Mîhaîl Atîk jî anî ziman ku feraseta qeyûm, feraseteke dûrî civakê ye. Atîk got: "Em li vir nikarin behsa berjewendiyeke civakî bikin. Ger wisa bûya, dê melisa şaredariyê belav nekirina û dê biryarên meclisê esas bigiratan. Meseleya herî girîng jî, firotina mal û milkên şaredariyê û dewrkirina wan e. Polîtîkaya ku li vir tê birêvebirin, ew e ku di rojên pêş de şaredarî bêwesf bimîne. Temenê qeyûman na dirêj e. Di hilbijartina bê de teqez dê biçin. Niha tevahiya mal û milkên şaredariyê û bi ser de avahiya şaredariyê jî bifiroşin dê nikaribin deynên xwe bidin. Armanca pêkanînên niha ew e ku gava qeyûm biçin, şaredarên nû nikaribin bixebitin."