Doza rojnamevan Parlak: Her ku dadgeh red dike dozger îtiraz dike 2023-10-24 09:09:36 AMED - Dozger cara duyem daxwaza ji bo redkirina doza bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" li rojnamevan Ferhat Parlak hat vekirin, îtiraz kir.    Di sala 2016'an de der barê xwediyê îmtiyazê yê Rojnameya Sîlvan Mucadeleyê Ferhat Parlak de, bi îfadeyên şahidê veşarî û eşkere bi îdiaya "endamtiay rêxistinê" li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Amedê doz hat vekirin. Parlak, di dawiya darizandinê de beraet kir. Biryar di sala 2017'an de ji aliyê Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Dîlokê ve hat pesendkirin. Lê belê di sala 2019'an de bi hincetra îfadeyên heman şahidan car din bi îdiaya "endmatiya rêxistinê" doz hat vekirin. Di darizandina li Dadgeha Cezayê Giran a 11'an a Amedê de, di sala 2020'an de biryara beraetê hat dayîn. Lê piltî îtiraza dozgeriyê Daîreya Ceza ya 2'yan a Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Amedê, daxwaza ji bo xerakirina biryarê û cezakirina Parlak qebûl kir.    JI ŞAHIDÊ VEŞARÎ BEYANEKE NÛ   Piştî xerakirina biryarê ya ji aliyê Dadgeha Îstinafê ve, şahidê veşarî "Takvîm" hin tiştên din li îfadeyên xwe zêde kirin û derpêş kir ku Parlak bi molotofkokteylan êrişî wesayîta zirxî ya polîsan a li texma Hatîmoglû Marketê kiriye. Îfadeya şahidê veşarî di darizandinê de wekî "delîla nû" hat qebûlkirin.    QEYDA ÎDIAYÊ NEHAT DÎTIN   Di vê çarçoveyê de îdiaya navborî ji Midûriyeta Polîsan a Farqînê hat pirsîn. Midûriyeta Polîsan berpêşî dadgehê kir ku têkildarî çalakiya navborî li ber destê wan agahî, belge an jî dîmen tune ne. Dadgehê careke din biryara redkirina dozê da. Ji lew re dadgehê diyar kir ku tiştên Parlak pê tên tawanbarkirin tawanbariyên doza sala 2016'an e ku li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Amedê hat lidarxistin û biryara beraetê hat dayîn.    DOZGER CAREKE DIN ÎTITRAZ KIR   Piştî biryara dadgehê, Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi derpêş kir ku biryara hatiye dayîn şaş e û ji bo xerakirina biryarê serî li Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Amedê da. Dozger di îtiraza xwe de derpêş kir ku gava hemû delîl tên nirxandin tê dîtin ku Parlak "di nava komîteya çapemeniyê ya rêxistinê de cih digire" û Parlak bi vê sûcê "endamtiya rêxistinê" kiriye.    Dozger di îtiraza xwe de diyar kir ku biryara dadgehê li dijî usûl û esasê ye û xwest biryara hatiye dayîn bê betalkirin.