Li Cizîrê polîsan avêt ser avahiya HDP’ê 2023-10-24 08:32:57 ŞIRNEX - Polîsan bi ser avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Cizîrê ve girtin.   Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê vê serê sibehê polîsan avêt ser avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Cizîrê. Hate ragihandin ku serdegirtin di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê daye destpêkirin de ye pêk hatiye. Der barê hûrguliyên serdegirtinê ango lêpirsînê de agahiyên zêde nehatin bidestxistin.    Di serdegirtina avahiyê de pirtûka lêkolînê ya qala dorpêça Cizîrê, kompîter û wêneyê Mazlum Dogan hatin desteserkirin. Piştî lêgerîna bi seatan polîs ji avahiyê derketin.