Rojnamevan Bayram ji girtîgehê derket 2023-10-23 21:58:15   RIHA - Rojnamevan Hamdûllah Bayram ku ji ber kar û barên xwe yên pîşeyî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û 7 sal û 6 meh ceza lê hat birîn, ji girtîgehê derket.    Xebatkarê Ozgurlukçu Demokrasiyê ya bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin Hamdûllah Bayram ji girtîgehê derket. Danişîan doza Bayram îro li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Rihayê hat lidarxistin. Dadgehê bi îdiaya "endmatiya rêxistinê" 7 sal û 6 meh ceza li Bayram birî û biryara berdana wî da.   Piştî biryarê Bayram ji Girtîgeha Hejmara 2'yan a Tîpa T'yê derket. Malbata Bayram, Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Rojnamevan Hakki Boltan û parêzerê Bayram Resûl Temûr ew li ber girtîgehê pêşwazî kirin.    Li vir Hevserokê DFG'ê Serdar Altan axivî. Altan diyar kir ku Bayram dereng hatiye berdan û bal kişand ser rojnamevanên girtî. Altan destnîşankirin ku bi girtina rojnamevanan dengê gel tê tepisandin û got: "Rojnamevanî ne sûc e, em bibin dengê girtiyan."