Aşan: Îktîdar ji bo dirêjkirina emrê xwe hewl dide destûra bingehîn biguherîne 2023-10-23 16:22:41   ENQERE- Siyasetmedar Aynûr Aşan anî ziman ku daxwazên wan ên ji bo destûra bingehîn tên krîmînalîzekirin û wiha got: “Îktîdar dibêje ku ew dixwazin ji Destûra Bingehîn a 12’ê Îlonê rizgar bibin. Lê ev hewldana wan ji bo dirêjkirina emrê xwe ye.”    Rûniştina yekemîn a danişîna 38’an a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Siyasetmedar Aynûr Aşan, Nazmî Gur, Pervîn Oduncu, Ayla Akat Ata, Sebahat Tuncel û gelek siyasetmedarên girtî tev li danişînê bûn. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak û Yuksekdag jî ji Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Kandirayê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn.    ‘DOZGER LI ŞÛNA DADGER BIRYARÊ DIDE’   Siyasetmedar Aynûr Aşan parastina xwe ya li dijî mutalaaya dozger domand. Aşan, anî ziman ku dosyayên ji ber xebatên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl hatine vekirin jî li vê dosyayê hatine zêdekirin û got; “Hewl didin min sûcdar nîşan bidin.” Aşan, wiha domand: “Dozger, hewl dide bi vî awayî me bidarizîne û li şûna we biryarê dide. Vê weke delîl dibîne.    XEBATÊN JINAN TÊN KRÎMÎNALÎZEKIRIN   Hewl didin xebatên me yên têkildarî mafên jinan krîmînalîze bikin. Krîza herî mezin di qada jinan de tê jiyîn û ji bo bidawîkirina vê krîzê jî divê jin xwe birêxistin bikin. Li gorî raporan, rojane bi hezaran jin rastî tundiya mêr û dewletê tên.    BERTEK NÎŞAN DA   Dozger îdia dike ku Tevgera Jinên Azad (TJA) di nava KCK’ê de cih digire. Gelo we çawa îspat kir ku TJA girêdayî KCK’ê ye? Tu biryarên têkildarî vê mijarê hene? Lewma em dibêjin ev mutalaa encama fikrên endamekî darazê nînin. Bêyî ku delîlekî nîşan bide, TJA îllegalîze kiriye. Tevgera jinên kurd bi sala ye têdikoşe û vê yekê li pêş çavên her kesî dike. Ji bo çalakî û mitîngên xwe destûrê digire û wisa li dar dixe. Em ê çi li ku bikin ji ewil bi saziyên fermî re nîqaş dikni. Em biryara xwe wiha didin.”    PIRS KIR    Bi domdarî Aşan bal kişand ser konferansên li dar xistin û wiha pê de çû: “Derheqê van konferansan de tenê yek dozek nehatiye vekirin. Beriya lidarxistina van konferansan me ragihand û ji çapemeniyê re vekirî li dar xistin. Her wiha me biryarên xwe yên din konferansê de parve kir. Gelo çawa ji bo vê dibêje ‘teşwiqî tundiyê’ kiriye? Di dîrokê de 15 hezar şer qewimîne. Temamiya van şeran ji hêla zilaman ve hatine derxistin. Biryara van şeran jinan nedane. Ji van şeran di tenê yekî de jî jinan cih negirtiye. Dixwazim ji we pirsekî bikim û ji kerema xwe bibersivînin. Tevgerek çawa dikare 20 salan li pêş çavên her kesî bi awayekî îllegal tevbigere?    ‘SERBEST BER DIDIN’   Bi milyonan jin tev li konferans û mitîngên me dibin. Li gorî dozger ev tevek jî ‘terorîst in.’ Ez bi tu awayî vê qebûl nakim. Her wiha di nava 20 salan de tiryak û fuhûş derket lûtkeyê. Vê yekê bi zanebûn dikin. Sedema vê jî ew e ku jin û ciwan di pirsgirêkên civakî de nekevin nava tevgerê. Çanda tecawizê pêş dixin. Lê ji ber ku jinên li vê derê li dijî vê têdikoşin weke ‘terorîst’ tên dîtin. Me rikeberên xwe dibînin. Kesên li dijî jinan tundiyê dikin, tacîz û tecawizê dikin tên berdan. HUDA-PAR û Partiya Yenîden Refahê ku li tifaqa AKP-MHP’ê hatine zêdekirin, mezintirîn gefa li dijî jinan e. Karê wan ê ewil jî bû betalkirina Peymana Stenbolê û êrişên li dijî jinên kurd.”    PÊŞNIYARA MECLISA JINAN WEKE SÛC HATE HESIBANDIN!    Weke TJA’yê me li gel tevgerên jinan li dijî Pergala Serokatiyê pêşniyara hevserokkomartiyê kir. Lê di mutalaayê de ev jî weke sûc hatiye nîşandan. Her wiha di deklarasyonê de gotina ‘Meclisa Jinan’ heye. Ji ber vê deklarasyonê, em bi sûcê ‘hewldana jiholêrakirina meclis û komarê’ hatin sûcdarkirin. Daxwazên bi vî rengî mafê me yê qanûnî ye. Dikeve ber mafê azadiya fikr û raman û xwebirêxistinkirinê. Ev daxwazên me ji bo civakeke demokratîk in. Hûn nikarin tiştekî îllegal ji van daxwazan derxînin. Niha herî zêde îktîdar dixwaze destûra bingehîn biguherîne. Dibêjin ku dixwazin xwe ji Destûra Bingehîna 12’ê Îlonê rizgar bikin. Lê ev hewldana ji bo dirêjkirina temenê xwe ye. Fikareke wan a ji bo destûreke bingehîn a sivîl û demokratîk nîne.    REXNEYA DESTÛRA BINGEHÎN   Çima daxwaza guherandina destûra bingehîn weke sûc tê nîşandan? Dozger dibêje ku em Tirkiyeyê di qada navneteweyî de bêîtîbar dikin. Vaye we êdî em nas kirin. Hewldaneke wiha ya tu kesekî ji me nîne. Daxwaza me ew e ku ev welat demokratîk bibe û rêz ji azadiyan û mafên mirovan re bên girtin. Gelo ev yek bi destûreke bingehîn a tetîkkêşiyê dike pêkan e? Ev destûra bingehîn a ji hêla zîhniyeta nêrza ve hatiya amadekirin dê çawa mafên jinan, kedkar, xizanan, zarokan û xwezayê biparêze? Bi vê destûra bingehîn mimkin nîne. Dozger jî ji bo van daxwazên me dibêje; ‘hewldana rûxandina rejîmê.’ Jixwe rejîm weke pergala serokatiyê hate guherandin. Ji bo îktîdara partiyekê bidome, rejîm hate guherandin. Heta Destûr Bingehîn a 12’ê Gulanê ji holê hate rakirin. Bi pergala serokatiyê re girîngiya destûra bingehîn ji holê hate rakirin.    DIBE KU DENGÊ XWE DABE?   Di hilbijartinê de dibe ku dozger ji bo guherandina rejîmê dengê xwe dabe. Ji vê bawerim. Em dikarin bibêjin ev destûra bingehîn bi têrî civakê nake. Jixwe rejîm bi destûrên bingehîn tên xêzkirin û ev destûra bingehîn di bin sîwana meclisê tê nîqaşkirin. Rejîm guherî û qedera Tirkiyeyê xistin destê yekzilamî. Bi vê rejîmê re tevahiya Tirkiyeyê veguherand zindanê. Hejmara girtîgehên Tirkiyeyê du qetî zanîngehan e. Gelo ma li welatekî wiha dikare qala demokrasiyê were kirin? Tevahiya jiyana me tê şopandin. Tevahiya qadên jiyanê veguherandin girtîgehê.    BALKIŞAND SER PÊŞNÛMEYÊN HATINE REDKIRIN   Ji bo ronîkirina Bûyerên Kobanê, HDP’ê heta niha herî kêm 13 pêşnûme dan Meclisê. Lê ev pêşnûme hatin redkirin. Gelo ev ji hêla kê ve hatin redkirin? Ji hêla AKP-MHP’ê ve hatin redkirin. Gelo çima red dikin? Kî naxwaze ev bûyer ronî bibin? Divê hûn van rastiyan paşguh nekin. Ji we zêdetir em dixwazin bûyer ronî bibin. Ji ber ku reşkirina HDP’ê red dikin. Em li vir girtî ne lê bi milyonan HDP’î li derve ne.    BERÊ XWE DAyE EDALETÊ   HDP hêza xwe ji gel digire. Berê xwe daye edaletê. Tu kompas û êriş dê nekarin krîmînalîze û reş bikin. Dê nekarin HDP’ê ji xeta siyaseta demokratîk vegerînin. Dozger dibêje HDP nikare twîtekê binivîse. Ev, kurdan û siyaseta demokratî biçûk dixin. Heqareteke mezin li hilbijêran dikin. Em tevek jî dizanin ku HDP’ê ji bo pevçûnan tu daxuyanî nedane.”    Danişîn bi parastinan didome.