Danîşîna faîlê destdirêjiyê Babat hate lidarxistin 2023-10-23 15:17:33 ŞIRNEX - Danişîna doza li faîlê destdirêjiyê cerdevan Ramazan Babat hatiye vekirin hat taloqkirin.    Cerdevanê bi navê Ramazan Babat li bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qileban a Şirnexê destdirêjî li zaroka bi navê S.G. ya 16 salî kiribû û ji ber sûcê “îstîsmara zayendî ya biwesf li zarokê kiriye” doz hatibû vekirin. 7’emîn danişîna dozê li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hate lidarxistin.    Faîl Ramazan Babat ji girtîgeha lê tê ragirtin bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû û parêzerê wî jî di danişînê de amade bû.    Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Faîl Babat parastina xwe ya berê dubare kir û xwest bê tehliyekirin.    Dozger jî di mutalaaya xwe de xwest ku rewşa girtî ya bersûc bidome û îdia kir ku bersûc Gurgîn Babat û Ramazan Babat jî faîl nînin.    DÊ XWE LI BENDA BERSIVA SERLÊDANA SÛC BIGIRIN    Şandeya dadgehê biryar da ku xwe li benda bersiva serlêdana sûc a parêzerê mexdûrê ya li Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê kirî bigirin. Dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya faîl bidome û danişîna dozê taloqî 6’ê kanûnê kir.    ÇI BÛBÛ?   Cerdevanê bi navê Ramazan Babat li bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qileban a Şirnexê di gulana 2022’yan de destdirêjî li zaroka 16 salî ya bi navê S.G. kir. Salek piştre bûyer li ser çapemeniyê belav bû û derheqê bûyerê de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de faîl Ramazan Babat birayê Hazim Babat ku sercerdevanê bi navê Şehmûs Babat, bavê zarokê E.G., dayika keçikê M.G. û birayê wê Y.G. hatibûn binçavkirin. Faîl Babat ji ber sûcê “îstîsmara zayendî ya biwesf a li dijî zarokê” hate girtin û şandin girtîgehê. Şehmûs Babat, E.G. û M.G. piştî karûbarên îfadeyê yên li Qereqola Cendirmeyan a Qilebanê hatibûn berdan.    Dayika zarokê, bavê wê û sercerdevanê berê Şehmûs Babat ji bo bûyerê veşêrin ji malbata Ramazan Babat 200 hezar TL wergirtibû. Zarokê di danişînê de wiha gotibû: “Haya min ji 200 hezar TL’ên dane malbata min nîne. Xwişka min bûka wan lewma hewl dida navbera me çêbike. Yek ji kesên ji ewil bûyer bihîstî jî Şehmûs Babat e. Ji bo veşartina bûyerê, Babat ji malbata min re got; ‘heke hûn gilîdar bin, dê faîl sê mehan di hundir de bimîne û piştre derkeve.’ Bi tu awayî eleqeya min bi Ramazan Babat re nîne.”    Di heman dosyayê de dayik, bav, birayê zarokê û Şehmûs Babat ji ber sûcê “Delîl tune kirin û dan windakirin” tên darizandin.