Dozger xwest rêveberên Baroya Amedê yên berê werin cezakirin 2023-10-23 14:37:27 MED - Der barê Serokê Baroya Amedê yê berê Cîhan Aydin û endamên rêveberiya baroyê de ji xala 301’ê doz hat vekirin. Dozger di dozê de xwest parêzer bên cezakirin.    Serokê Baroya Amedê yê berê Cîhan Aydin di navbera serdama 2018-2020’an de bi 10 rêveberên baroyê re serokatiya baroyê kir. Der barê Cîhan Aydin û 10 parêzerên endamên desteya rêveberiya baroyê de bi hinceta daxuyaniya têkildarî Qirkirina Ermenan di 24’ê Nîsana 2020’an de dane weşandin, doz hatibû vekirin. Danişîna duyemîn a doza parêzeran li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin.    Parêzer ji sûcê “Biçûkxistina miletê tirk, dewleta komara tirk, meclisa tirk, hikumeta komara tirk û organên dewletê” tên darizandin. Cîhan Aydin û ji parêzerên tên darizandin Ahmet Dag, Erhan Aytekîn, Firat Uger, Gazal Bayram, Mehmet Akbaş, Tevfîk Karahan, Omer Şeran û Ozgur Yilmaz û parêzerên xwe beşdarî danişînê bûn. Serokê Baroya Amedê yê niha Nahît Eren û gelek parêzer jî piştevaniyê dan hempîşeyên xwe.    Ji parêzeran Ozgur Yilmaz û Erhan Aytek parastina xwe kirin. Piştî parastina parêzeran dozger mutalaya xwe eşkere kir û îdia kir ku rêveberên baroyê ji ber daxuyaniya Qirkirina Ermenan ji xala 301’emîn a Qanûna Cezayê Tirk (TCK) sûc kirine û xwest ji vê xalê bên cezakirin.      Parêzeran li dijî mutalaya dozger axivîn û destnîşan kirin ku hiqûq bûye amûra zextan û tirsandinê û ew vê mutalayê û darizandina qebûl nakin. Parêzeran ji bo parastinê dema zêde xwest.    Serokê baroyê Nahît Eren û parêzer Emîn Aktar jî li dijî mutalayê axivîn û sûcdarkirina hempîşeyên xwe red kirin û xwestin dadgeh demildest dev ji vê darizandinê berde.    Dadgehê daxwaza dema zêde ya parêzeran qebûl kir û danişînek din taloqî 22’yê kanûnê kir.