Edîtora Xwebûnê Bal hate binçavkirin 2023-10-23 14:34:03 NAVENDA NÛÇEYAN - Edîtora rojnameya Xwebûnê Nafiye Bal di encama serdegirtina malê de hate binçavkirin.    Polîsan di saetên nîvro de bi ser mala edîtora rojnameya Xwebûnê Nafîye Bal de girtin. Polîsan piştî serdegirtinê Bal binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Piştî kirariyên li miduriyeta polîsan, Bal ji bo îfadeyê birin Edliyeya Amedê.  Tê payîn ku Bal dê li dozgeriyê îfade bide.